Kirmaşan Rekora bêkarî li Îranê şikand

19:57 - 4 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di sal û niveke borî de, bi zêdebûna rêjeya sedî 5 a bîkarî li Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê, wê parêzgehê rekora bêkarî a welatê Îranê şikand.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, nirxa bêkarî li parêzgeha Kirmaşan, di dawiya payîza 2014’an de (beriay niha nêzî mehekî), bi sedî 15.3 gehî bû ku bi nakokiya 4.8 ji sedî ligel sala 2013’an, ciyawazî hebû.

Parêzgerê Kirmaşan, pirsgirika bêkarî girêdayî berpirsê hikûmetê dizane.

Hevdem ligel gotinên parêzgerê Kirmaşan, Îbrahîm Rizayî Babayî, liser pirsgirikên bêkarî li wê parêzgehê, nûnerê Îslam Abada Xerb, li parlamentoya Îslamiya Îranê , mijûl bûn bi pirsên perawêz ketinî û nerîneke siyasî bi pirsgirêk û arîşeyan, pêla bêkarî li Kirmaşanê zêde kiriye.

Elî Celîliyan di gotûbêj ligel nûçegihaniy “Mêhr”îşare bi vê yekê kiribû: Di helûmercekê de ku midûriyeta parêzgeha kirmaşanê nikare xwe kirîza aborî derbas bike, tiştek ecêb girtî nîne eger Kirmaşan di asta here bilind a bêkariya welat de bi cih bibe.

\"24005.jpg\"
Kirmaşan di rêza pazdehim a bêkariya parêzgehên welatê Îranê de bi cî bûye
Herwisa karnasekî aborî dibêje ku nerîn û dîtingehên alîgirane û bi Partî, bûye sebeb dakû hindek birêveber xwe hember pirsgirêkan de berpirsiyar nebînin û derfeta kar bo xelkê wê parêzgehê nedin afirandin.

Ferhad Sohrabî destnîşan kir ku pêşniyar kirina derfeta kar a pêşerojê, bo parêzgeha Kirmaşanê ber çav nehatiye girtin.

Bi nav kirina Kirmaşanê wek bêkartirîn parêzgeh, di demekê de ye ku gorî amarên pêştir hatinî girtin, kirmaşan di nav rêza 15’em a bêkariya parêzgehên Îranê de bi cih bûye.

Serbarê wan hemû gotinan, ya balkêş eva ye; karbidestên hikûmeta Îranê kirmaşanê cihekî sitratêjîk li parêzgehên rojavayê Îranê de dibînin ku potansiyela derfeta kar bo ciwanan di warê cotkariya pêşketî, bazerganiya derve û...hwd de heye.

Niha zêdeyî sedî 50 hinartina welatê Îranê bo Îraqê ji riya Kirmaşan û bazarên biçûk ên sînorê “Perwîzxan”, tê encam dan.