Kirmaşan-hişikbûna darberûyan 10 qat zêdetir bûye

21:26 - 19 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Amareke hejîner li ser rêjeya hişikbûna daristanên darberûyan li parêzgeha Kirmaşanê belav bûye.

Li gora rapora ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, serjimêriyên nû ên îdareya giştî ya çavkaniyên xwezayî ên Kirmaşanê, eşkere dike ku ji sedî 5 heya 40 ji rûberê 527 hezar hektarî ya daristanên vê parêzgehê kêm bûye, û berev hişikbûnê ve diçe. Ew rêjeya rûbereke 150 hezar hektarî ji darberûyan bi xwe ve digre.

Malpera Îsna ragehandiye ku ji sala 90’î ya Zayînî ve heya niha rêjeya hişikbûna daristanên darberûyan, ji 15 hektarî ve bo 150 hektaran bilind bûye. Ew rêjeya nîşan dide ku darberûyên vê beşê ji zincîre çiyayên Zagrosê 10 qat zêdetir hişik bûne.

Di ware pêşgirî û berbirûbûna digel hişikbûna daristanan, Murad Şêx Weysî bas ji nebûna budceya hewce di sala borî de kiriye, û jib o berbirûbûna vê diyardeyê ragehandiye ku tenê %30 ji budceyê ku dike 2 milyard û 700 milyon, radestî wna hatiye kirin.

Navbirî hişiksaliya berdewam û nebûna çavkaniyên avê, û diyardeya axbarînê, û jêhelçûna pileya germê û …hwd, wekî sedemên din ên hişikbûna daristanan ragehnadiye.