Kirmanşan/ gazîkirina hemwelatiyên kurd bo îdareya îtila’atê dirêjî heye

20:38 - 24 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di dirêjiya gazîkirina hemwelatiyên kurd bo îdareya îtila’atê, hemwelatiyekî kurd ê Yarsanî ji aliyê hêzên îtila’ata parêzgeha Kirmaşanê ve hate gazî kirin, û kete ber vekolînan.

Li gor nûçeya ku bo Ajansa Kurdpa hatiye şandin, roja 01.10.1394’an hêzên ewlehiya parêzgeha Kirmanşanê hemwelatiyekî kurdê Yarsanî bi navê “Seyd Emîn Ebas Şah Îbrahîmî” bo Îdareya îtila’atê gazî kirine.

\"29226.jpg\"
Ev hemwelatiyê Kurd ji bo vê hatiye gazî kirin ku çalakî di torên civakî weke Facebbok û Goglê Pilas de hebûye û babetek jî di warê arîşeyên civaka Yarsanan nivîsandiye ku rejîmê ew bi teblîx bo ola han tawanbar kiriye.

Seyd Emîn Ebas Şah Îbrahîmî endamê şêvra civaka çalakên medenî ên Yarsana ye.

\"29225.jpg\"