Kirmanşan / tûşbûyik bi narkozê(Moxeddir), qewimiyik tirajik afirand

22:47 - 19 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa : kesikî tûş bûyê narkozê li dewera Kozeran li parêzgeha Kirmanşan, bi derba çek 4 kes ji mala xwe kuştin.

Gorekî raporta ajansa nûşe gihaniya Kurdpa; roja Pêncşema borî, 26ê Befranbar(16 January ) li ciyê xwedî kirina pelewer(terş û malat) li dewera Kozeran li parêzgeha Kirmanşan de 3 bira û dayka xwe kuşt û paşî bi deba çek kutayî bi jîna xwe anî.

Babê wê malbatê bi navê Himmet Elmasî li rêresma serxweşiyê de ragihandibû;” Kurê min roja Pêncşemşyê tefona min kir û gote min: were min 4 Boqle( Elok, Eloşîş) kuştine, lê dema çome wir, rûberûyê vê qewimiyê bûm.”

Himmet Elmasî ew jî gotiye : kesê qetil kirî(bikuj), midê çend salan bû ku tûşî narkozan bibû, ku li vê sedemê de ser hiş nebûye û ev qewimiya aniyê pêş.