Kirîza gola Urmiyê dom dike

14:39 - 8 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Rewşa gola Urmiyê havîna evsal gor salên borî, dê xirabtir bibe. Bi xemsariya karbidestên hikûmeta Îranê, ew derya ber bi zuha bûnê ve diçe û çikdibe.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa û gotina nûnera Saziya Erdnasî a Urmiyê, tevî berf û barana zor li wê parêzgehê, dîsa rewşa golê baş nebûye û ew bahir tûşî kirîzeke bingehîntir bûye.

Nûnera Saziya Erdnasî a Urmiyê-Raziye Lek, di duyemîn civîna taybet a erdnasî li ser gola Urmiyê destnîşan kir: ``Li çav lêkolînên hatinî encamdayîn, sedemên wek; şertûmercên herêmî, pira ku Urmiyê bi awayekî neustandard li ser golê re bi bajarê Tewrêzê ve dide girêdan û herwiha mifahwergirtina nedurust ji avê, di zuha kirina berha Urmiyê de rol lîstine û bandorek nerênî li ser hişk kirina golê danîne.

\"25865.jpg\"
Zêdeyî sedî 25 ji ziwa bûna gola Urmiyê di serdemê desthilata Rûhanî de pêkhatiye

Navborî got: Mifah standin ji zêdeyî sedî 40 ji ava qirêj li Cîhanê, xeter hatiye îlan kirin, ev di demekê deye ku gola Urmiyê sedî 70 ji ava bi gemar pêkhatiye.

Hêjayî gotinê ye Hesen Rûhanî beriya hilbijartinên serkomarî ragihandibû ku yekem çalakiya wî li parêzgeha Urmiyê, dê rizgar kirina gola wî bajî be. Lê bi derbas bûna nêzî 2 salan bi ser desthilata wî re hîna tu karek di wî warî de nehatiye encam dayîn.

Di egera ziwa bûna deryaya Urmiyê de zêdeyî 10 milyard metreyê çargoşe xwê dê bibe bahoz ku ev dê tahlûke û tirseke mezin li ser jiyan û ekolojiya Kurdistan û deverê de çêbike.
Gola Urmiyê bi meznahiya 570 hezar hiktar, xwedî 100 gravên biçûk û mezin e ku bi çêkirina baraj (bendav)an li derdora vê, bi ziwa bûnê re rû bi rû maye; bi awayekî ku di wan salên dawiyê de ava wê behrê, 14 metreyan paşe ve wekişya ye.