Kirêkarek kurd li şarê Sinê bi sedema berq girtinê canê xwe ji dest da

21:31 - 27 Gulan 2013
Ajansa kurdpa: bi mirina kirêkarik din yê kurd xelkê şarê Sinê li kargeha çerm saziya vî şarî , jimara mirina kirêkarê Kurd gihîşte bi 9 kesan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya kurdpa, roja înê 3ê Cozerdan kirêkarik Kurd li kargeha çerm saziya şarê Sinê bi navê “Firêdûn Şehbazî” li dema kar kirinê de tûşî berq girtinê bû ku paşî raguhastin bi nexweşxana “Tohîd” a şarê Sinê canê xwe ji dest da ew kirêkarê Kurd 25 salî bû û xwedî jine û zarokik hebûye, ku ji salik pêş niha li wê kargehê de hatiye ser kar.

Yekik ji kirêkarên wê kargehê bi malpera “yêkitiya azadiya kirêkarên Îran “ ê ragihand : kargeha çerm saziya şarê Sinê , 20 kirêkarên Kurd hene û midê 6 heyve çi kes ji wan kirêkarane, mûçê xwe wernegirtine.

Li salê de jimarek berçav ji kirêkarên Kurd bi hegera guhnedana xwedî kar û nebûna emniyeta cê kar kirinê dibin qurbanî.