Kilîsayeke Kevin a Ermeniyan di bajarê Selmasê de hate rûxandin

16:29 - 3 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Yek ji şûnwarên Kevin ên dîrokî ên Kurdistanê, di bajarê Selmasê de, li gora pilaneke di pêş de darêtî, hate rûxandin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”yê, kilîsayeke hemwelatiyên Ermenî di bajarê Selmasê de, li nêzî gundê ku hatiye çolkirin, bi nave “Qellaser”, ji aliyê kesên nenas û berjiwendîxwaz ve hate rûxandin.

Dîwarê vê kilîsayê dizivire bo 210 salî berî niha, ku di roja derbazbûyî de hate rûxandin, û nûçegihaniya “ÎSNA”yê jî wêneyeke wê belav kiriye.

Di derheqî rûxandina vê kilîsayê, rapor behsa vê yekê dikin ku; tekerên maşîneke mezin wekî lodêrê ku agir girtibû di derdora vê kilîsayê de hatiye dîtin.

Dêhyarê yek ji gundên navçeyê, ruxandina kilîsaya Qellaser piştrast dike,û behsa kolandina çaleke kûr li nêzî zîyaretgaha vê kilîsayê dike.
Rûxandina vê kilîsayê digel dijkiriyarên bikarberên torên civakî, di Parêzgehên Urmiye berbirû bûye, û herwaha metrisiyeke micid bo nasnameyeya dîrokî a herêmê û bi taybetî Ermeniyan çêkiriye.

Pêştir di meha Banemera îsal de, kilîsaya “Meryema Muqedes” ji aliyê kesên nenas ve, bona rûxandinê kiribûne armanca xwe.

Berê jî Ajansa “kurdpa”yê nûçeyek di derbarê Mesîhiyên di Îranê de belav kiribû, ku nêzî 500 kilîsa di Îranê de hene, û gellek ji wan Kevn in, yan jî rûxiyane.

Ev çavkaniye bas ji “rûxana sîstematîk” a ruxandina kilîsayan dike.
Du roj berî niha, bona cara yekê 19 rêxistinên bergirîkar ji mafên mirovan di daxuyaniyeke hevbeş de, di derheq rewşa niha ya Mesîhiyan di Îranê, û derdorê de, û serkûtkirina kêmaniyên olî, nerazîbûyîna xwe dane zanîn, û ji dewletên cîhanê daxwaz kirin ku di pêvendiyên du alî de digel hikûmeta Îslamiya Îranê, mafê mirovan, û bi taybetê mafê kêmaniyên olî û mezhebî, ber çav bigirin.