KILASÊN KURDÎ LI TEHRANÊÎ HATINE LI DARSXISTIN

13:58 - 23 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Li destpêka Heyva xwandinê wate li roja 23’ê Îlonê ve, Civaka Kurdên Akinciye Tehranê, kilasên zimanê Kurdî li dar xistin.

Pêka rapora Ajansa Kurdpa û li gor Civaka Kurdên Akinciye Thranê, kilasên fêrkariye zimanê Kurdî bi rênivîsa Latîn a Kurmancî ji bo xwazyaran ava kirine.

Di wan kilasan de ji Mamosteyên xwedî ezmûne zimanê Kurdî mifah tê wergirtin û beşdarîkirin ji bo giştan e.

Fêrkariya seretayî a zimanê Kurdî her Pêncşemban li Kolana Urmiye a Rojhilatê ku hilketiye ser Meydana Inqilabê, bi rêve diçe.

Elî Bilixkanlû ê nivîskarê Kurde Makûyê yek ji lidarxer û bi rêveberên wê dewreyê a fêrkariyê ye.

Yek ji arîşeyên sereke ji bo xebatên çandî û wêjeyiye Kurdan li Tehranê, nebûna piştgiriyên malî ji aliyê Navendên Hukûmî ve û arîşeyên abûrî ne.