Kezî raporta heftiyane ajansa Kurdpa li bara pirsgirêkên jinan

13:14 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2013
Heyva Pûşper a sala 1392 a rojî
Ajansa kurdpa : bi armanca berçavtir kirina zêde û analîza girêdayên taybet bi jinan, ajansa kurdpa her heftiyê raportik bi navê ‘Kezî’diweşîne.


Amanca bingehîn a weşana wê raporta taybet, berçavtir kirina berpê kirinên der heq jinan û her wisa gelempera çalakiyên jinan ku ji aliyê jinan û rêxirawên girêdayî bi jinan tê kirin. Bi hegere berpanî û giringiya wê babetê û her wisa nebûna dengdan ji naw medyayan de, “Kezî” bi formek dariştî dixebite ser babet û pirsgirêkên jinan li nawçên kurdrûniştiyên Îran; lê mana ne ewe ku nawçên Îranên yên din tên pişt guh havêtin, ber vê ajansa nûçe gehaniya kurdpa hewl dide gorek derfetê, giringî bi hemû nawçên din yê Îranê jî bide.

Li wê raportê de heftiyik pir bi xwîn a jine Kurdan li Kurdistan a Îran, hatin kuştina 2 xwîşkan li Ormî bi sedema teqîna mîn, berdana “ Jîla Benî Yeiqûb” û hatin bi mirexesiya “ Nesrîn Sutûdê”, neroniya rewşa “ Beyan Kkaxanî”, “ Gîta Rizayî Zilanî” û rêlêgirtin ji hevditina “ Şebnem Mededzadê” tev birayê xwe, tînin ber bas.

Kurdistan

Heftiyik pir bi xwîn bo jine kurdan


\"13553.jpg\"
Jinik 34 salî li nawça “ Komasî” a şarê Merîwan bi hegera pirsgirêkên komelîn bi destê 4 birayên xwe hat serjê kirin.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja duşem 3ê Pûşperê jinik bi navê “ Soybe Qadirî” xelkê gundê “ Şayîyer” ser bi nawça “ Komasî” , bi formik rebenane ji aliyê 4 birayên xwe hatiye kuştin.

Serekaniyik agadar bi nûçe gihaniya kurdpa ragihand : mêrê wê jinê û her wisa 4 birayên wê jî li wê barê de hatine girtin, lê xelkê vê nawçê ser wê bawirêne ku ew kesane bo afirandina wî karî, çi tawanik li dadgehê pê nadin.

Soybe tev kesik ji xelkê gundê “ Gulan” zewicî bû û her wisa dayka 3 zarokan bû.

Ji aliyik din, li yekik ji gundên nawça Mirgewer a Ormiyê bi destê mêrê xwe agir hat pê berdan û li sedem de canê xwe ji dest danê.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa , jinik bi navê “Marya Fellah” keça hosta Elî û xelkê nawça Mirgewer a Ormiyê , ku çend heyv pêş niha de mêrê wê agir berdabûyê li incam de roja duşem 4ê Pûêper bi hegera şevta %60 a bedena xwe, canê xwe ji dest da.

Serekaniyik nêzî wê binemalê bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand, mêrê wê jinê bi navê Selaheddîn kesik moitad bû ku li sedema peda bûna pirsgirêk li nawbera wan de, agir berda Mariya jina xwe û paşî çend heyv man li nexweşxanê li Tewrêz, canê xwe ji dest da.

Mariya ku dayka 4 zarokan bû, çend sal pêş niha de bi zor jin-bi-jin pê kiribûn, ku bi gotina hevwelatiyên vê nawçê, mêrê vê li despêka jin anîna xwede tûşî narkozan bûye.

Bi gorekî statîstîka tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa Kurdpa, li despêka heyva Xakelêwa îsal heya niha 6 jine kurd li nawçên kurd rûniştiyên Îran, bi destê kesên xwe yên nêz hatine kuştin û her wisa 2 jin û kaçik 3 salî li derî malê bi destê kesên nenaskirî canê wan jê hatiye sitandin.

Ew hejmara bi pişt rast bûn bi statîstîkên ajansa kurdpa tên weşan û dibe ku jimara serast ji wê hejmarê jî zêdetir be.


Lê hatin kuştina jine kurdan tinê li sinûrên Kurdistan nemayê û her li barê de roja 3ê Pûşperê jinik kurd bi navê “ Helale Xizrî” bi destê mêrê xwe hat kuştin.

Helale dayka 2 zarokane û 10 sal pêş niha de tev mêrê xwe li welatê Norwej cêgîr bûn.

Tê gotin ku Helalê dawa xweberdanê ji mêrê xwe kiriye, lê nexuyaye ku hegera hatin kuştina navbirî li wê hindê de be.

Teqîna mîn li Ormî, canê 2 xwîşkan jê sitand

\"13548.jpg\"
2 keçe kurd bi temenê 13 û 20 sal û xelkê nawça “ Quçî”yê li herêma Ormî, bi hegera teqîna mîn a bi cî mayî li kevne paygahek yên hukûmeta islamiya Îranê li nawçê de canên xwe ji dest dan.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, çend roj pêş niha 2 xwîşk bi navên “ Xezal” a 20 salî û “Leyla “ a 13 salî li dema geran li naw çiyayên wir bûne qurbaniyê teqîna mîn û canê xwe ji dest dan.

Ew 2 keçên Xalid û li gundê “ Şerîf Ava “ a şarê Ormiyê bûn, ku li sedema teqîna mîn a kevne paygahên hukûmeta islamiya Îranê canê xwe ji dest dan.

Ji aliyik din û gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa Jurdpa, li despêka heyva Xakelêwa îsal heya niha 17 hevwelatiyên Kurd li nawçên kurd rûnştiyên Îran, tûşî qewimîna teqîna mînan bûne ku ji gelempera wê hejmarê 3 kes canê xwe ji dest danwe û 14 kesên din jî birîndar û seqet bûne.

Ew statîstîka hejmariye û bi pişt rasbûn bi statîstîkên ajansa Kurdpa diweşin û dibe ku hejmara serast ji wê jimarê jî zêdetir be.

\"13552.jpg\"
Neroniya çarenûsa” Beyan Kakaxanî” û “Gîta Rizayî Zîlanî”
Paşî derbasbûna zêdetir ji 3 heyvan ji girtina “ Beyan Kakaxanî” û mêrê wê “ Hîwadar Aferîn” heya niha çarenûsa wan nerone.

17 reşema sala 1391a rojî ew jin û m]rê wê xelkê şarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiya ittila’at hatine girtin û bo cîyik nekivş raguhastine.

Ji aliyik din de çarenûsa” Gîta Rizayî Zîlanî” karnasê “ soft ware”(nerm efzar) li kompaniyik biyanî de, ku li roja 28ê Cozerdan li dema çon ji Kirmanşan, ji aliyê hêzên asayişa frokexana” Eşrefî” yê ew girtin, çi nûçeyik ber dest de nine.

Hêzên ewlehî bi dû girtina “Gîta Rizayî” çone mala vê û xêncî wekolîna mala vê, dest danîn ser kampîyûter û komik ji tiştên vê yên kesîn
Serwê hindê ku zêdetir ji heftiyik ji girtina “ Gîta Rizayî Zîlanî” , hêzên ewlehî heya niha çi agadariyik ji cê girtin û hegera girtina navbirî nedane.

Îran

Berdana Jîla Benî Yeiqûb û hatin bi mirexesiya “ Nesrîn Sutûdê”


\"13550.jpg\"
Roja yekşem 2ê Pûşper jornalist û xebatkara mafê jin paşî derbas kirina midê hukmê xwe, li girtîgehê hat berdan û her wisa Nesîn Sutûdê parêzerê dadgehên Îranê mirexesî danê.

Jîla Benî Yaiqûb ku roja 30ê Cozerdana sala 1388 paşî qewimiyên rifrandom li Îranê tev mêrê vê hat girtin û paşî bi 1 sal hews û 30 sal bêpar bûn ji karê jornal hat mehkûm kirin.

Li incam de roja yekşem 2ê Pûşper, paş kutayî hatina hukmê vê li girtîgehê hat berdan.

Ji aliyik din li hemen rojê de Nesrîn Sutûdê parêzera hewskirî û endamê sentera parêzerên mafê mirov, mirexesî danê.

Nesrîn Sutûdê parêzer û xebatkara jinan, li Xermanana sala 1389a rojî de, ji aliyê şaxa 4a dadgeha pêdeçona parêzgeha Tehranê bi tawana propaganda dij bi rêjîm bi 6 sal hewsa teizîrî û 10 sal dûr xistin ji karê parêzeriyê hat mehkûm kirin.

Navbirî li heyva Xermanan a sala 1389a rojî de midê hukmê xwe li girtîgeha Êvîn derbas dike.

Neroniya çarenûsa “ Azîta Rastî Fîrûz zadê/ rêgirî ji hevdîtina “ Şebnem Mededzadê”
\"13549.jpg\"
Azita Rastî Fîrûz Zadê
Gorekî wan nûçên ku weşîne, ji çarenûsa “ Azîta Rastî Fîrûz zadê” ku roja sêşem, 21ê Cozerdan li Şûrazê hatibû girtin, çi nûçeyik berdest de çinine.

Ew xebatkara xwendekaran, paşî kombûna propaganda ya Hesen Rohanî li stadiyoma “ Destxêyb”a şarê Şîraz, tev 2 xebatkarên din yê xwendekariyê hatin girtin.

Serî bi dû çona bi dom a binemala Azîta li nawendên asayiş û dadweriyê çi agadariyik ji çarenûsa zaroka wan pê nedane.

Şebnem Mededzadê
Ji aliyik din, Şebnem Mededzadê bi hegera mercên karbidestên girtîgehê bo hevdîtinê neqebilandiye, midê çendîn heyve ji hev dîtin tev “ Ferzad Mededzadê” bêpar kirine.

Serekanî:
Ajansa nûçegihaniya Kurdpa
Nûçe gihaniya hirana
Malpera Danişcû news
Komîta nûçe gihaniya mafê mirov
Ajansa Îran xeber