“Kezî” raporta heftiyane a Ajansa Kurdpa ser pirsa jinan

12:20 - 11 Şibat 2013
Heftiya 3yim heyva Rêbendana 1391

Ajansa kurdpa: Bi armanca berçavtir kirina zêde û analîza hogiriyên taybet bi jinan, ji niha wêde her heftiyê raportik bi navê ‘Bermûr’diweşîne.

Amanca sereke a weşana wê raporta taybet, berçavtir kirina berpê kirinên der heq jinan û her wisa gelempera çalakiyên jinan ku ji aliyê jinan û rêxirawên hogir bi jinan tê kirin. Bi hegere berpanî û giringiya wê babetê û her wisa nebûna dengdan ji naw medyayan de, “Bermûr” bi formek ron bûyî dixebite ser babet û pirgirêkên jinan li nawçên kurdrûniştiyên Îran; lê mana ne ewe ku nawçên Îranên yên din tên pişt guh havêtin, ber vê ajansa nûçe gehaniya kurdpa hewl dide gorek derfetê, giringî bi hemû nawçên din yê Îranê bide.

Kurdistan

Çîrongên negotiyên jinan bi zimanê jinek çalak;

Ajansa kurdpa li hevpeyvînek taybetî tev yekek ji çalakên jinên şarê Merîwan kiriye ku bi hûrî bas ji dengê fetsandiyê jinçn civaka mêr salar dike.

\"11038.jpg\"
Seadet Îranpûr, endamê çalakê koma jinên Merîwanê li hevpeyvînek tabet de hinek arîşe ku pitira wan azarên wan jinan bû ku tev rabûn-rûniştin hebû anî ser ziman.

Ev jina çalak ragihand: Mal niha jinan rebûye zîndan, ber hidê ku dema jin tê îşkence kirin û tund û tîjî lê tê kirin û her vê demêde hestên hundirî yên wan birîndar dibin û azara bê denga wan jinan ber guhê çi kesî nakeve, bê şik çi tefaqetek tev zîndan çinabe, ku wisa bû her jinek seh bi wê hidê dike ku bûn an nebûna wan li civak da wek hev tê hesibandin, ber wê hindê xwe rizgar kirin ji wê jianê teke rê dizane û di axir, jimartiya xwekuştin û xweşevitandin diçe here serî.

Îran pûr li doma qiseyên xwe de bi ajansa kurdpa yê ragihand, mixabin yasa bi formek ku pêwîste piştgirî ji jinan nake, ber hindê ku yasayên welatê me yasayên mêr salarîne û nikare xem û êşên jinan ji holê rake, ji aliyek din demek jinan xwastên bara ew tund û tîjiyane ku hember wan disekine, tûmar dikin, yasa tinê bi şûn cê îşkencê ser bedena jinan bi giring dizane, bê zanîna hindê ku hest û kesatiya jinan ber bi çi qonaxek temawî gawan hil dide.

Navbirî eşkere kir demek pêş niha bi amanca şermezar kirin û nerazîtî nîşan dana ber kuştina kiçak bi destê babê xwe rêpîvanek nîşandekî me bi rêve bir ku paşî hemû ew rêpîweranê bangî nawendê asayişî bûn û jêpirsîn ji wan hat kirin û tûşî hereşe bûn.Her wisa basa wê hindê kir ku eger jinekxwe bişevitîne an xwe bikuje, heta heger mêrê wê hemû tiştên xwekuştinê bo terxan bike yan bo xwekuştinê han bide, yasa jê napirse û dû nakeve. Wê çalakê, çîronga jinek bi navê” Lawlaw Pakîde bo mînak anî ku pêş xwekuştinê bas kiri bû ku mêrê wê ber bi xwe kuştinê wê han dide û paşî Lawlaw kutayî bi jiyana xwe bîne û heya niha çi kes dû neçoye û komek çîrongên negotî tev xwe birin bi ax.hegerek din ya zêde bûna hejmara tund û tîjî hember jinan wegrande ser asta rewşenbîrî û lêzannî a civaka mêr salar û xêlatiyê û ragihand: yekim tişt ku bo wan forman bo jinan hat pêş, tiştek bi navê şerm û şeref bû, ber hindê ku ji zarokatiyê de wisa fêr dikirin ku ber xatirê tund û tîjî , desdirêjî, lêdan û îşkence dîtin tinê bi navê parastina şerm û hurmetê bêdengiyê hilbijêrin, li halên wa de jin her tim hest bi bê hurmetî û sivikatî dikin.

Navbirî ew jî got ku li hergoristanek şarê Merîwanê 10- 12 jin lê çal kirine ky xwe kuştine û pitira wan jinan ji nêzûk nas kirine û ji gelik ji êş û azarên wan agadar bûye.

Îran

Dijatî tev dirêj kirina midê mirexesî û wegeryana Mehsa Emr abadî bo jîndan


\"11036.jpeg\"
Mehsa Emr abadî rojnamenûs û çalakî xebatên medyayî, roja duşem 16ê Rêbendanê paş dijatî kirin tev midê mirexesiya xwe, xwe bi zîndana Êvîn a Tehranê da nasîn. Ev rojnamenûsa jin roja yekşem 1ê Rêbendanê paş derbaskirina midê 10 heyvan zîndan bi danana barmite mirexesî pê dabûn.

Mesûd Bastanî mêrê Mehsa Emr abadî li Pûşpera sala 1388ê pêve zîndaniye ku paş derbas bûna 4 salan bo cara yekê hevdîtibûn. Hev dem ev rojname nivîsê riformxwaz li lapera “facebook” a taybetî bi mixabiniya xwe ser hatin girtina xwe ji aliyê hêzên asayişê şanî dabû.

Ew rojnamenûsa Gelawêja sala 88a rojî midê 3 heyvan li zindana infiradî a benda 209 a Êvînê girtibûn. Mehsa Emr abadî ji aliyê liqa 26a dadgeha şorişa Tehran bi serokatiya dadwer Pîr Ebasî 1 sal zîndana tezîrî û 4 yeyv zindan helpesraw bo birîn. Her wisa Mesûd Bastanî jî hevjîna Mehsa li heyva Pûşpera sala 1388an de bi tawana propaganda dij bi nizam hewl dan bo çê kirina alozî, hat girtin û 6 salan mehkûm kirin.

Leş firoşî seba tol hildan ji civakê

\"11035.jpg\"
Mecîd Ebherî yekik ji bisporên zanistên sosyolojik li Îran gel ewa ku hegera zêde bûna diyardeya leşfiroşî bi hebuna Mahware û şerê nerm , ragihand :jimarek berçav ji wan jinan ber tol hildan ji civakê rû bi leşfiroşiyê kirine û divên biwê formê qrebûya xesarên jiyana xwe bikin.
Navbirî işare kire satêlaytanku guhirînek bingehîn li jiyana xelk de çê bûye û leşfiroşî li Îran berhema karîgreriyên mahwareyanli welatê Îran de ye.

Di her 12 Şew û Rojekê de Jinek tê kuştin û bêser kirin

\"11037.jpg\"
Menuçêhr Sefayî yek ji berpirsyarên hêzên Întizamî Kaşanê ragehand,li despêka îsal 46 kes li bajarê Kaşanê hatine bêser kirin ku li wan 46 kesan,24 kes jin pêktinin.

Ev karbidestê hêzên Întizamî bilav kir,ew amara tenê wan kesan digire ku nave wan ji aliyê kes û karê wan bi Îdareya Polîsan hatiye ragehandin.

Çavkanî : Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa,Malpera SehamNews, Nûçegihaniya Faris, Nûçegihaniya Îlna