Hejmara kesên ku li Şinoyê hatine binçackirin gihîştiye 4 kesan; Mohsen Dahar ê 24 salî û Zanyar Şadîxa yê 17 salî hatin binçavkirin

Îro, Pêncşemê, 17 Xermanana 1404ana Rojî, ciwanekî 17 salî bi navê "Zanyar Şadîxa", kurê Hamid, û "Muhsin Dahar", ê 24 salî, kurê Silêman, xelkê gundê "Sîngan" a ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên îdareya Îtlaatê ve hatin binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Li gorî çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; hêzên ewlehiyê yên îdareya îtlaatê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî êrîşî li mala van her du welatiyên Kurd kirin û ew binçavkiri û ji bo cihekî nediyar veguhastin.
Berê, Kurdpa belav kiribû ku sibeha roja Çarşemê, 16ê Xermanana 1404an a Rojî, du ciwanên 16 salî yên bi navên "Diyar Gergol" û "Alan Tabnak", xelkê gundê "Sîngan" a ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên îdareya îtla`atê ve hatibûn binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatibûn veguhastin.
Heta dema weşandina vê nûçeyê, tu agahî li ser sedemên binçavkirin, cihê ragirtinê û çarenivîsa van sê ciwanên Kurd tune ye.