Rehman Resûlzade, kolberê xelkê Baneyê ji hêla hêzên leşkerî yên hukûmetê ve hate kuştin

21:30 - 17 Tebax 2025

Roja Yekşemê 26 Gelawêja 1404`an a Rojî, kolberekî kurd bi navê «Rehman Resûlzade» xelkê Baneyê bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hukûmetê ve di deverên sînorî yê vê bajarê de hate kuştin.
 
Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên leşkerî yên hukûmetê bêyî hişyariyeke berê ev kolber di sînorê «Hengejal» ya Baneyê de kirine armanca rasterast a xwe.
 
Vê çavkaniyê zêde kir: Terimê vî kolberî hate guhastin bo nexweşxaneya Salahadîn Eyûbî ya Baneyê.
 
Ev kolber zewicî ye û xwedî zarok e.