“Kezî” analîzek heftiyane ji pirsgirêkên jinan li ajansa kurdpa

13:23 - 3 Adar 2013
Kezî : hefteya duyim heyva Isfend a 1391
ajansa kurdpa :bi amanca berpan kirina nûçên girêdayî bi jinan, ajansa nûçe gihaniya kurdpa berçav girtiye bi formek heftiyane raportek nûçeyî bi navê “ Kezî” biweşîne.


Armanca bingehîn ji weşana wê raporta taybet bi jinan, berçavtir kirinek hûrtir ser gişt qewimiyên perpê kirina mafên jinan û her wisa gişt xebatên ku ji aliyê jina bixwe û yan rêxirawên girêdayî bi jinan tê meşandin.

Bi hegera berpanî û zor giringiya wê hindê û her wisa nebûna derfet bo pêdagiriya wê hindê, Kezî bi formek ron , ser pirsgirêkên herêmên kurdrûniştî dixebite, lê mana wê hindê ne ewe ku herêmên xeyrî kurd rûnîştî neyên berçav girtin û ajansa kurdpa li tekoşîn deye ku li raportên Kezî de ser pirsgirêkên wan bixebite.

Kezî berçav girtiye xêncî cîbicî kirina raporta heftiyane, seba dukumentarize kirina wan û wegerana avirên çalakên aliyên jinan, hevpeyvînek tev çê û biweşîne.

Li raporta vê heftiyê de, doma xwe şevitandinên ku bi mirinê kuta bûyê Kurdistanê, bandor a rêxirawên asayişê ser binemalên xebatkarên polîtîkî, awirek sitatîstîkî ser peydabuya telaq li parêzgeha Kurdistan, kuştina jinek bi destê mêrê wê li Serava ê, doma girtin a hevwelatiyên Behayî, zêde bûna çona jinên berçav ji welat, berdana 3 jornalîstên girtî û doma zêde bûna peydabûya telaq li Îranê tê analîz kirin.

Kurdistan

Xwe şevitandina kutayî hatî bi mirinê , carek din ji Makû yê


\"11376.jpg\"
Jinek ciwan li şarê Makû li parêzgeh a Azerbaycan a rojava, paşî xwe şevitandinê canê xwe dest da.

Gorek nûçên weşiyayî, jinek ciwan bi navê Amine ku nêzî heyvek pêş xwe şevitandibû , roja şemî 5ê heyva Isfend ê bi sedema dujwar bûna birînan û bilind bûna asta şevtê, li senterek midîsnê li şarê Ormî yê canê xwe ji dest da.

Hegera xwe şevitandina Aminê ku ji xelkê gundê Qereyax a Makû yê ye pirgirêkên binemalê hatiye gotin
Heyva borî de ew cara duyimîn e ku xwe şevitandin kutayî bi mirinî hatiye li Makû yê.

Destpêka heyva Behmenê de jinek ciwan bi navê”Fatma Meqsûdî” ku ji xelkê gundê “Dîm qişlax” a Makû yê bû pêştir bi hegera pirsgirêkên nawmalê xwe şevitandibû, li yekik ji senterên midîsîna naw Ormiyê canê xwe ji dest da.

Anîna bandor ser binemalên xebatkarên polîtîk û şaristanetî yê kurd ji aliyê dezgehên asayişê

\"11375.jpg\"
Dezgehên asayişa dewleta islamî li herêmên kurd rûniştiyên Îran, bi formek bi dom binemalên xebatkarên polîtîk û şaristanetî dêxin bin hereşe û lêpirsînan.

Bi gorek nûçên weşayî , midê çend rojên borû de dezgeha ewlehiya Merîwan , “Kejal Hojberî” xelkê gundê “Berdereş” ji wê şarî bang û xêncî jêpirsînê ragihandinê ku gere zûka ji mêrê xwe telaq bistîne.

“ Kejal Hojberî” jina “ Elî Daniş” e ku bi sedema bandora dezgehên asayişê mecbûr bû ji welat derkeve.

Doma xwe şevitandin a kutayî hatî bi mirinê li Kurdistan

\"11374.jpg\"
Gorek nûçên weşayî , midê çend rojên borî de kiçek ciwan bi navê “Şadiye Basamî” xelkê gundê “Bîsaran” ji dewera herêma Jawero a Sinê bi hegera zêde bûna asata birînên ber xwe şevitandinê canê xwe ji dest daye.

“Şadiye Basamî” ku 23 sal temen hebûye , paşî ku pasdarek ji xelkê wir bi navê “ c.ç” destdirêjiyê ser bedena vê dike , roja çarşem 11 heyva Behmen xwe şevitandibû.

Gorek statîstîka sentera statîstîka ajansa nûçe gihaniya kurdpa, îsal 13 car xwekuştin a kutayî bi mirinê ji herêmên Kurd rûniştiyên îranê de qewimîne ku 8 jiwan xwe şevitandin bûye.

Ev hejmara gorek statîstîkên gihîştî bi sentera statîstîka ajansa kurpaye û gere hejmar ji vê zêdetir bin.

Şepê peydabûya telaq li parêzgeha Kurdistan

\"11373.jpg\"
Statîstîka telaq û zewacê midê 11 heyvên borî de ku ji aliyê dezgeha sebtê ehwal a parêzgeha Kurdistan weşiyaye dide xuya ku zêde bûna telaq û kêm bûna zewacê goreyê sala derbas bûyî de .

Gorek wê statîstîkê li 11 heyvên borî 18,454 zewac li parêzgeha Kurdistanê de hatiye nivîsîn ku daneberheva tev midê sala derbas bûyî de ku 19,648 zewac hatiye nivîsîn, bi kêm kirinek %6 prosêntî bûye.
Ji aliyek din û gorek hemen statîstîkê 3,210 telaq li parêzgeha Kurdistan qewimiye ku gorek wekmideyiya sala derbas bûyî tev zêde kirine %8 prosêntî bûye
Sala derbas bûyî li wekmideyiyê li parêzgeha Kurdistan 2,954 telaq li senterên hukûmî de hatibûne nivîsandin.

Pitira karnasên sosyolojiyê bawiran ewe ku zêde bûna hejmara telaq û ji aliyek kêm kirina zewacê bi berçav girtina zêdekirina berpan a xulyaqet dikare bibe sedem bo pirsgirêkên wek tirsa ciwanan ji zewacê û dawî sedema zêdetir bûna temenê zewacê, zêdebûna gendeliyê li civakê, ji naw çona hêdî-hêdî a fêrbûyên ekonomîkî, exlaqî û yasayên hundirên binemalan û li gelempera giştî a civakê.

Mirina jinek bi sedema kêr lêdana mêrê wê li Servava

\"11372.jpg\"
Gork nûçên weayî li wan rojên borî de li yekik ji gundên dewra Merîwan de jinek ciwan bi destê mêrê xwe bi lêdana kêran hatiye kuştin.
“Lawlaw Sadiqî” ji xelkê gundê “Jan” a şarê Servava çen roj pêş niha li ber çavên zaroka xwe ya biçûk dikeve ber lêdan û kuta mêrê xwe û çend kêrbedenê dikevin.

Ewê paşî raguhastin bi senterek midîsîna şarê Merîwan, bi sedema dujwar bûna derba kêran canê xwe ji dest da.

Gorek statîstîka hatî nivîsîn li sentera statîstîka nûçe gihaniya kurdpa, ji despêka demsala zistanê heya niha 3 jin li herêmên kurdrûniştiyên Îranê bi destên kesên binemala xwe hatine kuştin.

Ev hejmara gorek statîstîka hatî nivîsî li sentera statîstîka ajansa nûçe gihaniya kurdpa ye û zêde bûna jimaran dibe ku ji vê jî hêj zûdetir bûye.

Îran

Li doma girtin û bang kirina hevwelatiyên Behayî yê Îranê, hevwelatiyek Behayî rûniştiyê Simnan ê bi destê hêzên asayişa dewletê hat girtin.


\"11371.jpg\"
Gork nûçên weşayî, hêzên asayişa dewleta islamiya Îranê roja sêşem 24ê heyva Behmen, çone mala Gulrux Fîrûzîyan û tev wekolîna mala wê , kampiyotêr , kitêbên olî û hinek foto û tiştên kesîn yê wê girtin û tev xwe birine.

Hêzên asayişê bona girtina Gulrux Fîrûziyan, çone mala vê û bi nebûna vê li wir, Şîdrux xwîşka vê girtin û bi ciyek nekivş raguhastine.
Ew hevwelatiya Behayî li dezgeha ewlehiya Simnanê de derbas dike û agahiyek rast ji rewşa wê çinine.

Li hemen rojê de hevwelatiyek jin bi navê “Newa Neîmî” li Isfehanê hat girtin û bi ciyek nekivş hat raguhastin.

Zêdebûna çona jinên berçav ji welat

\"11370.jpg\"
Gorekî statîstîka ku parlimana Îranê daye , nêzî %40 ji koçberên Îranî ku pitir ji kesên berçav yên olimpiyadên zanistî û bisporên bilindên zanîngehanîn ku ji jinan hatiye pê.

Bi raporta rojnama Behar, Eşref Burûcêrdî endamê koma zanistiya lêkolîn û xwendinên çandî, bi şanî dan bi gotinên serok wezîrê Kanada ku dawa kiribû ku welatê wî ji aliyê pisporên koçberên Îranî hatiye pêşxistin, hêj got salane 150,000-180,000 Îraniyê dersxwendî bona ji welat herin derê kar dikin.

Her wisa gorek statîstîka ku parlimana şorayê islamî şanî daye heya sala 1389an , 60,000 hezar şarezayên Îranî ji welat koçber bûne pitir ji serketiyên olîmpiyadên zanistî kesên asta bilinda zanîngehan bûne û %25 ji gelempera dersxwendiyê Îranê li welatên pêşketî de dijîn ku nêzî %40 ji wan koçberan jinin.

Brûcêrdî, guhirîn li rewş û modela jiyan û tengasiyên fêrbûnê li Îranê ji hegerên bingehîn a koçberiya jinên berçav hesiband û got: li peryodek demî de gorekiya hatina kiçan bi zanîngehan bi %67 gihîşt û nigeranî bo kesên hukûmî anî pê ku bû sedem bêyî berçav girtina derbên psîkolojîkî û sosyolojîkî dest bi sinûrdar kirina kiçan bi zanîngehan bikin.

Berdana 3 kes ji jornalîstên girtî

\"11369.jpg\"
Gorek nûçên weşayî, Êmîlî Emrayî, Nergis Codekî û Rêyhane Tebatebayî ji jornalîstên girtî ku li despêka heyva Behmen a îsal ji aliyê dezgehên asayişê li Tehran hatibûn girtin hatin berdan.

Êmîlî Emrayî jornalîsta pişka şand û hinera rojnama Behar ku li 8ê heyva Behmen ji aliyê dezgehên asayişê naw mala xwede hatibû girtin, roja yekşem 6ê heyva Isfend bi danîna barmite ji girtîgeha Êvîn hat berdan.
Nergis Codekî berpirsa civakiya rojnama Arman jî ku li hemen rojê de li nûsingeha karê xwede ji aliyê dezgehên asayişê hatibû girtin, roja yekşem 6ê heyva Isfend bi danîna barmite hat berdan.

\"11368.jpg\"
Ji aliyek din Rêyhane Tebatebayî, jornalîsta rojnama Behar ku roja 12ê heyva Behmen a îsal de ji aliyê hêzên asayişa dewletê li naw mala xwede hatibû girtin, roja duşem 7ê heyva Isfend bi danîna barmita 200,000,000 tûmenî ji girtîgehê hat berdan.
Pêştir jî Motehherê Şefî’î û Fatimê Saxerçî hatibûn berdanê

Îran, ji her 6 zewac yek bi telaq kutayî dibe

\"11367.jpg\"
Ser binema statîstîka dezgeha sebtê ehwal ê kişwer, jimara telaq li 10 heyvên despêka îsal gorekî salên borî zêde bûnek berçav hebûye.
Gorek wê statîstîkê 677,381 zewicîn midê 10 heyvên borî de îsal li welat hatinê nivîsîn

Li hemen wekheviya demî de jî 108,445 telaq li welat qewimî hatine nivîsîn.

Gorekî wan statîstîka li gişt Îranê gorekiya telaq bi zewacê 10,2 li sala 1383 bi 16ê li sala 1390an gihîştiye û nîşandeka rewşa zêde a telaq li gişt parêzgehandeye. Lêbelê li hinek parêzgehan wek Sîstan û Belûçistan ew rewş a telaq her wek xwe maye.

Her wisa parêzgehên Elborz, Tehran, Qum, Xurasan a Rezewî, Kirmanşah û Kurdistan li asta bilinda telaq dene û gorekiya zewac bi telaq li van parêzgehan de ji jimara nawîna 16ê zêdetire.

Karnasên civakî, pirsgirêkên aborî wek hejarî, bêkarî û serêşiyên jinanê, tûşbûn bi narkozan, tev dêş nekirina jin û mêran, bi 3 hegerên bingehînê zêdede bûna telaqê li wan sala de dihesibîne.

Serekan :
Ajansa nûçe gihaniya kurdpa
Nûçe gihaniya mafên mirov hirana
Nûçe gihaniya karê Îran îrna
Ajansa nûçegihaniya Mukriyan
Komîta rapotêrên mafên mirov
Ev raporta li pişka kurd a ajansa nûçe gihaniya kurdpa her ha û binavê “Bermûr” diweşe
“ Bermûr” ji tîtikan û formek gerdenbenda jinane.