Kezî (2015-12): Avirek li ser pirsa jinan di ajansa Kurdpa de

16:01 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Raporta vê hefteyê a Kezî , 6 haletên binpêkirina mafên jinan li bajarên rojhilatê Kurdistanê (bi teybetî), her wiha 3 haletên pêpeskirina mafên jinan li welatê Îranê (bi giştî) bi xwe digre.

Hefteya dawîn a tîrmeha 20115`an

Kurdistan

Mirina biguman a jinekî li Merîwanê

\"28243.jpg\"
Ji destpêka buhara îsal heya niha, 3 jin bi awayên cihê ji hev û bi sedemên nediyar hatine kuştin.

Gorî raportên hatinî belavkirin, roja yekşemî 19`ê tîrmehê, di taxeke bajarê Merîwanê, cenazeyê jinelke bi navê Îsmet Rizayî (di mala şexsî ya wê de) hatibû peydakirin. Ew jin bi derba bivir ku bi serê wê hatibû xistin, jiyana xwe ji dest dabû.

Îsmet Rizayî ku temen 48 salî bû, heya niha jî sedemên kuştina wê nehatine diyarkirin.

Hin çavkanî dibêjin ew jin ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin, lê mêrê wê jinê tevî red kirina wê tometê gotiye: “Ez daxwazê ji dezgehên qezayî yên Îranê dikim ku bi rêya yasayî kujerên havsera min peyda bikin.”

Girêdayî heman mijarê li razîngeheke keçan li Mehabadê, termê keçeke xwendekar hatibû dîtin ku heya niha jî sedemên kuştina wê nehatine zelal kirin.

Xwekuştina 3 keçên ciwan di deverên din ên Kurdistanê

\"28244.jpg\"
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan, keçeke ciwan a Serdeştî bi navê “Çawî . Q” bi sedemeke nediyar xwe kuşt.

Peyamnêrê Kurdpa li Serdeştê ragihand: Wê keça ciwan a 21 salî ji rêya daliqandina bi werîs (ben), dawî bi jiyana xwe anîye.

Têkildarî heman pirsê, keçeke temen 24 sal a bi navê “S.W” li Pîranşarê jî, bi sedema pirsgirêkên malbatî xwe daliqandibû û di encamê de jiyana xwe ji dest dabû.

Hejarî û nebûna debara jiyanê, ji sedemên sereke yên wan xwekuştinan tên hejmartin.

Pêwîste bê gortin di berdewamiya wan xwekuştinan de, li Bokana rojhilatê Kurdistanê jî hefteya borî keçeke bi navê “S.K” bi sedema qezencnekirina povanan( bo çûn bo zanîngehê), xwe ji qata 3`em a avhiyekî avêtibû û dawî bijiyama xwe anîbû.

Teqîna mayînekeî birîndarek bi pey xwe hîşt

\"28245.jpg\"
Li gor rapora ajansa nûçegihaniy Kurdpa, roja çarşemî 15`ê tîrmehê, jineke Kurd li gundê Ceiferxan a ser bi beşa Zêwiye a Seqizê, bi sedema teqîna mayînekî, yek ji endamên leşê xwe winda kir.

Peyanêrê Kurdpa, li Serqizê nasnameya wê jina Kurd Heyat Reşîdiyan a teman 50 salî ragihan.

Çavkaniyeke agah li Seqizê jê vê derbareyê de ji peyamnêrê Kurdopa re gotiye: Piştî teqîna mayînê ew jin demildest rakirine nexweşxaneyê. Her wiha hat ragihandin ku lingekî wê pîrejinê jî hatiye birîn.

Gorî raporta Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji sala 2010-2011’an heya dawiya payîza evsal, 132 mayîn li tixûbê Qesirşîrîn li gel Îraqê, teqiyane ku di encamê de 122 kes birîndar û 13 kes jî mirin e.

Hikûmeta îslamî ya Îranê heya niha Peyman-nameya”Utara” êmze nekiriye. Ew peyman-name têkildarî qedexekirina bikaranîn û xwedî kirina mayînan e. Jiber vê zêdeyî 20 milyon mayînê çandî yên neteqiyayî li tixûbên Îranê hatine çandin ku hîna jî karbidetên hikûmetê, helwestek li sir vê pirsê negirtin e berxwe. Ew her tim bi xemsarî çav wê pirsgirêka mayînan ku bûyeran diafeirîne dikin.

Hêjayî gotinê ye, ji bîlançoya giştî ya teqîna mayînan li rojhilatê Kurdistanê ji buhara îsal (2015`an) heya niha, 5 welatiyên Kurd jiyana xwe jidest dane û 9 jî birîndar bûne.

Îran

Rewşa nebaş a tenduristiya Nêda Musteqîmî li zindanê

\"28246.jpg\"
Nêda musteqîmî tûşî nexweşiya bênçikiyê bûye


Ew keça ciwan bi sedema rewşa nebaş a tenduristiyê, bi dijwarî li zindana Evîn a Tehranê jiyan dike.

Gorî raportê hatinî belavkirin, Nêda Musteqîmî heya niha jî di girtîgeha Evîn a Tehranê de dimîne ku malbata wê hewil didin wê li zindanê bidin azadkirin.

Ew keca ciwan a bi regez faris buhara borî ji aliyê hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, li cihê karê wê hatibû binçavkirn û dûre 3 sal cezayê hepsê (bi sedema xwepêşandana parka Lale) lê hatûbn birîn.

10 meh çarenivîseke nediyar

\"28247.jpg\"
Tu agahiyek ji rewşa Nahîd Gurcî bi dest nekevtine

Bi derbas bûna zêdeyî 9 mehan bi ser binçavkirina Nahîd Gurcî re, hîna tu zaniyariyek ji tomet û cihê binaçavkirina wê bidest nekevtine.

Gor raportên hatinî belavkirin, bilî vê yekê ku Nahîd Gurcî par zimistanê hevdîtina bi wê re hatî qedexekirin, hîn tu agahiyek ji çarenivîsa wê bidest nekevtiye.

Payîza borî hêzên ewlekarî avêtibûn ser mala Gurcî û ew xistibûn binçavan û paşan ber bi duzgeriya bajarê Meşhedê birê kirbûn. Bi dûre ew ber bi cihekî ne diyar ve hatibû veguhestin ku hîna jî agahiyek ji wê nîne.

Malbata wê jina ciwan tometa wê tenê çalakbûna wê li ser torên civakî wek Facbook ,Waybêr û…hwd destnîşankirin e

Meryem Şefîipûr hat azadkirin

\"28248.jpg\"
Meryem Şefîipûr ji endamên bûroya hilbijartinê ya Mehdî Kerûbî bû ku piştî du sal heps hat azadkirin.

Navborî ji endamên çalak ên rêxistina xwendekarî li zanîngeha Qezwînê bû ku beriya niha bi 5 salan ji aliyê dadgeha Giştî û Şoreş a Qezwînê ve hatibû bangkirin, piştre sala 2013`an piştî darizandinê ji aliyê heman dadgehê ve bo zindana Evîn a Tehranê hatibû veguheztin.

Şefîipûr piştî du nîvsal dûrxistin ji xwendinê, bi sedema çalakiyên xwendekarî, di demekê de ku di nivsala xwe ya heştan a xwendinê de bû, ji zanîngehê hat derxistin.

Amadekar: Şaho

Jêder:

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa (6 halet)

Malpera Herana (3 halet)