Kezî (10-94): Avirek liser pirsa jinan li ajansa Kurdpa

16:36 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Raporta vê hefteyê ya “kezî” haletek ji binpêkirina mafên jinan li Kurdistanê (xwekuştina jinekî li Serdeştê), herwiha du haletên pêpeskirina mafên jinan li Îranê (bi dawîbûna hepsa Sacîde Erebsurxî û Ferîde Şahgulî li zindana Evîn) bi xwe digre.

Hefteya 2`em a Tîrmeha 2015`an

Kurdistan

Xwekuştina jineke ciwan li Serdeştê

\"28133.jpg\"
Jineke Serdeştî bi nêta xwekuştinê xwe davêje sûlava Şelmaşê û dimire
Jineke ciwan li Serdeşta rojhilatê kurdistanê dest bi xwekuştinê kir û di encamê de dawî bi jiyana xwe anî.

Gorî raportên hatinî belavkirin roja duşemî 4`ê tîrmehê, jineke Serdeştî bi navê “Z.N” bi mebesta xwekuştinê xwe davêjer sûlava Şelmaşê û di encamê de dimire.

Herwiha hatiye ragihandin ku piştî bûyerê, termê wê jina ciwan ji aliyê wezîfedarên birêveberiya vemirandina agir (ateşnîşanî) ve tê peyda kirin.

Ew jina ciwan 26 salî bûye û heya niha jî sedema xwekuştina wê nehatiye zelal kirin.

Bi piştgirêdan bi bîlançoya li Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatî sebt kirin, ji tîrmehê û beriya wê bi çend rojan li meha hezîranê heya niha, du jinan li kurdstanê bi awayên cur bi cur dawî bi jiyana xwe anîne.

Çalakvanên Mafên Jinan ser vê baweriyê ne, zext û givaşên civakî û malbatî, ji sedemên sereke yên xwekuştina jinan li Kurdistan û Îranê tên hesibandin.

Îran

Sacîde Erebsurxî hat azad kirin

\"28134.jpg\"
Sacîde Erebsurxî bi dawîkirina cezayê hepsê serbest hat berdan
Gorî raportên hatinî belavkirin, roja çerşemî 8`ê tîrmehê, Sacîde Erebsurxî li gel bi dawîkirina salek ji cezayê hepsê, li zindana Evîn a Tehranê hat azadkirin.

Sacîde Erebsurxî, havîna sala 2013`an ji welatê Faransayê wergeriyabû Îranê daku serdana bavê xwe yê zindanî li nexweşxaneyê bike. Piştre ew hatibûn binçavkirn û 1 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn.( bi sedema wê serdanê pêştir bi caran bo navendên ewlekarî yên Îranê hatibû vexwendin)

Sacîde bi propagene bi dij bi sîstema Îranê hatibû mehkûmkirin.

Azadkirina Ferî Şahgulî ji zindana Evîn

\"28132.jpg\"
Ferîde Şahgulî li zindanê hat azadkirin
Ferîde Şahgulî welatiya bi regez Îranî-Almanî, piştî derbaskirina 13 meh cezayê hepsê, serbest hat berdan.

Gorî raportên hatinî weşandin, roja duşemî 29`ê hezîranê, zidaniya siyasî ya jin Ferîde Şahgulî bi nisbet xala 134 a Yasaya Cezadana Îranê (piştî derbas kirina zêdeyî salek cezayê girtîgehê) hat azadkirin.

Ew pêştir ji aliyê dozgerya Şoreş ve bi 3 sal ceza hatibû mehkûmkirin.

Ferîde Şahgulî, buha sala 2014`an, di demekê de ku bo haydarbûn ji cezayê pêştir jêre hatî kifş kirin, serdana girtîgeha Evîn kirbû, li wir ew binçavkirbûn û bo zindanê veguhestibûn.

Naborî li dozgeriya Şoreş (Înqilab) a Evîn bi tometa (propagende dij bi sîstema Îranê, îhanet bi rêber Xamineî û alîkarîkirina Çirîkên Fedayî ên gel) bi 3 sal zindan hatibû mehkûmkirin.

Ferîde Şahgulî li Almaniyayê jiyan dikir, lê di wan salên dawî de nemaze piştî serhildana beriya niha bi 6 salan ya gelên Îranê (Tevgera Kesk), derketina li Îranê, jê hatiye qedexekirin.

Amadekar: Şaho

Çavkanî:
Ajansa nûçegihaniya Kurdpa (1 halet)
Herana “malpera mafên mirovan”(2 Halet)