Keywan Nijadresûl bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate veguhastin

17:07 - 2 Adar 2021

Roja Şemî 9`ê Reşemê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Keywan Nijadresûl”, temen 28 salî, kurê Mihemed û xelkê gundê “Şînava” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate veguhastin.

Meha Gelawêja îsal, cezaya girtîgeha wî welatiyê, li taya 1 ya dadgeha pêdaçûna bajarê Urmiyê, ji 4 sal girtîgehê bo 2 sal û 6 meh girtîgeh hatibû kêmkirin.

Kêmkirina girtîgeha te`izîrî ya wî welatiyê Kurd, bi cîbicîkirina pesendkiriya meclisa Şêwreya Îslamî ji derheq kêmkirina cezaya girtîgeha te`izîrî bûye û dosiya wî li taya 1 a dadgeha pêdaçûna bajarê Urmiyê carek din hate gengeşekirin.

Meha Pûşpera sala 1398`an, cezaya girtîgeha “Keywan Nijadresûl” li taya 1 a dadgeha pêdaçûna bajarê Urmiyê, ji 5 sal girtîgehê bo 4 sal girtîgehê hate kêmkirin.

“Keywan Nijadresûl”, roja Duşemî 19`ê Sermaweza sala 1397`an, bo tohmeta “endambûn û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, ji aliyê Îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û meha Rêbendana heman salê, ji aliyê taya 102 a dadgeha keyferî a 2 ya bajarê Pîranşehrê ve bi heman tohmetê bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.