Kevin tirîn girtiyê siyasiyê Kurd tûşî nexweşîye bû

21:26 - 26 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: kevin tirîn girtiyê siyasiyê Kurd, ku li girtîgeha sêntrala şarê Ormî de hewsiyê, rewşa tendurustiya wî xirabe û berpirsên vê girtîgehê, ji çareser kirina nexweşiya navbirî xwe radigozin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Osman Mistefapûr, girtiyê siyasiyê Kurd ji xelkêşarê Pîranşar, ku midê 23 salane li girtîgehên hukûmeta islamiya Îranê de li rewşa girtinê deye, tûşî nexweşiyê bûye û niha ji aliyê hevhewsiyên xwede tê xwedî kirin.

Yekik ji kesên nêzî malbata vî girtiyê soyasiyê Kurd, bi ajansa Kurdpa ragihand; Osman Mistefapûr, li sedem man li hewsa zêdetir ji 20 salan ûîşkenca ajanên şminiyê li dema girtina vî de, tûşî nexweşiya dil(qelb) û her wisa çok êşê bûye.

\"20157.jpg\"
Osman Mistefapûr, kevin tirîn girtiyê siyasiyê Kurd li girtîgeha sêntrala şarê Ormî
Osman Mistefapûr, ku li heyva Xermanana sala 1370a rojî de, bi tometa endametî li yekik ji partên Kurdan, hate girtin û paşî sizaya bi sêdaredanê jê re birîn, û paşî li sala 1372 de hukmê vî bi 10 sal hewsa teizîrî, hate kêm kirin û li sala 1379 de li dema ku çavrê berdan ji girtîgehê bû, hukmê 15 sal hewsa din ser de sepandin û li incam de li kutayiya heyva Rêbendana sala 1392 de paşî 23 sal hewsê, ser li nû, hukmê 10 sal hewsa din jê re birîn.

Ev girtiyê siyasiyê Kurd, ku 22 sal û 9 heyve hewsiye, heya niha 1 roj mirexesî nedanêû heya derfeta pişkdarî kirin li tazîû bi zak sipardina dayîk û xweîşka vî pê nedan.

Osman Mistefapûr, sala 1390 de li Rencnameyik hejîner de, daxwaz ji raportêrê taybet yê mafê mirova rêxirava UN, (Ehmed Şehîd), çavdêrê mafê mirov û civaka cihanîû gişt mirovên azadîxwaz û vijdanên şar yên dinyayê kiribû, ku li bara rewşa dadgeh kirin û bi heder dana zêdetir ji 20 sal li temenê vîû ciwaniya vî, li girtîgehên komara islamî de lêkolîn bikin.