Kesên ser bi hikûmeta Îranê pêşiya birêveçûna nimêja Înê di mizgevta “Îslam abadê” a Urmiyê de girtin

21:50 - 19 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Kesên ser bi hikûmetê, pêşiya birêveçûna nimêja Înê di mizgevta “Quds” a “Îslam Abad” a bajarê Urmiyê de girtin.

Li gora raporên gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, roja 27’ê Sermawezê çendîn kes ji mohreyên ser bi hikûmeta Îranê, bi daxistina deriyên mizgevta “Quds” a “Îslam abadê” pêşiya birêvçûna nimêja Înê di vê mizgevtê de girtin.

Çavkaniyên agehdar bi nûçegihanê Kurdpa di Urmiyê de ragehandin ku: “Ew kes dixwazin ku bi van karan dubendiyê bixin navbera hevwelatiyên vî bajarî”.

Vê çavkaniyê herwisa ragehand: “Ew kesane ji aliyê berpirsyar û îdareyên hikûmetî ve têne piştgirîkirin”.

Li gora gotina vê çavkaniyê, vê kiryara wan kesan nîgeranî li cem hevwelatiyên Îslam Abadê çêkiriye.

Di dema daxistina deriyê mizgevtê de, xelkekî zaf li pişt deriyê daxistî mabûn. Eva di demekê de bû ku hêzên ewlehiyê jî li wir bûn, lê bi hawara xelkê nimêjker de nehatin.

Li gora van zanyariyan, hewlên kesên ser bi rejîmê, bi piştgiriya rejîmê, bona pêkanîna dubendiyan di navbera Kurdan de, xelkê vê herêmê pirr nerehet û nîgeran kiriye.

Di heyama çend salên borî de mizgevta Quds a Îslam abadê, û xwendingeha olî ya Selahedîn Eyobî, li jêr berpirsyariya Mela Reza Ebdî de bûye, û çavkaniyên aborî ên vê mizgevta sunî meseban, ji aliyê xelkê xêrxwaz û bi komkirina alîkariyên malî ên hevwelatiyên Kurd ve bûye.

Vê çavkaniyê di dawiyê de got: “Ew kes dixwazin ku bi pêkanîna dubendiyê, birêveberiya mizgevt û xwendingehên zanistên olî ên selahedînê Eyobî bixin bin destên îdareyên hikûmetî de”.