Kesek li Kamiyaranê hat birîndar kirin

16:18 - 16 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Çend rojan berî niha, ciwanekî Kurd di yek ji gundên Kamiyaranê hat birîndar kirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê, Roja Sêşmiyê berwar 21ê Sermawez, ciwanê bi navê “Mihemed Gurkanî” temen 16 sal û kurê “Ezîz” xelkê gundê “Elik” û rûniştiyê bajarê Kamiyaranê, li ber deiyê mala xwe li Kolana Terewize ji aliyê çend kesên nenaskirî teqe jê hate kirin û 5 gule bi bedena wî ketin û bi xûrtî hat birîndar kirin.
Çavkaniyek haydar li bûyerê bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa,ê’ ragehan : li wan 5 guleyan 2 gule li dest û2 gule li pê û guleyk jî li zikê wî ketiye. Navbirî jibo nexweşxaneya Îmam Riza a bajarê Kirmaşsanê hatiya şandin
Heta çaxê bilav bûna vê nûçeyê tu zaniyarîyek li ser sedema vê êrîşê nehatiye zanin û kesê teqe kirî nehatiye girtin.