Kengaweriyan : Kurd, bi nûneriya GIŞT netewên cîhan, ŞERÊ diêş dike

15:35 - 23 Çirriya pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: piştgiriya xebatkarên çandî, jornalist û xebatkarên mafê mirov li Kurdistana Îran, ji xelkê Kobanê, didome.

Di piştgiriya wan xebatkarên siyasî, çandiyên şarê Kengawer de li parêzgeha Kirmanşan de, belavokik ser şermezar kirina hêrişa çekdarên diêş, weşandine.

Li pişkik ji vê belavokê de hatiye ku; xelkê Kobanê, ne ber hindê ku Kurdin piştgiriya wan dikin, belku ew şera bergirî ji azadîû mafê rewa, di hember hişkatiya îdeolojiyan deye.

Li belavokê de hatiye; Kurd , bi fikra parastina şanên mirovantiyêne û li şeran de, ji xebatên radîkal û karên xirab, ku li nawa şeran de tên kirin, xwe diparêzin.

Wan xebatkaran li kutayiyê de, biryarnameyik rû bi kor û rêxiravên mirov dost û welatên azadî xwazan weşandin û daxwaz ji wan kirine :
1- Bi gelemper imkanatên xwe, alîkariya xelkê Kobanê bidin û serfet bi binajo xwezan nedin ku li vê dewerêde pel bide, weku hindê ku li zor ciyan de pel kutaye.

2- Xêncî piştgirî kirin ji rewşa nûya Kurdên Sûriyê, berpirsatiya xwe ya exlaqî cîbicî bikin û rêgirî ji berpan bûna faşîsmê, bigirin.

3- Piştewanên DIÊŞ nas bikin û li gişt cîhande, rawestînin.

4- Kurdên Sûriyê bi çekan û sîlahan teyar bikin û hewl bo ji naw birina gurûpa terorîstiya DIÊŞ , lezgîntir bikin.

5- Li demsala sir û baran û befrê de, alîkariya xwarinîû midîsîn, bi gihînin bi destê xelkê Kobanêû awareyên wîşerî.

Pêştir jî, xebatkarên edebî yên ji xelkê Kengawer, li bang kirinik de ser kom kirina berhemên helbest û pexşanan ser Şingal û Kobanê, weşandine ku, bi forma kitêbik bi şan de têçap û weşandin.