Kendal Nezan: Em nahêlin Enstîtûya zimanê Kurdî bê daxist in

20:18 - 21 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Enstîtûya Zimanê Kurdî li Parîsê piştî 32 sal çalakî, bi sedema pirsgirêkên madî û siyasetên qirkirina çanda Kurdî li welatê Fransayê, hewla girêdana wê tê dayîn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di wan rojên dawiyê de nûçeyên daxistina Enstîtûya Zimanê Kurdî li Parîsê tên weşandin ku vê yekê dilgiraniya roşenbîr û nivîskarên Kurd bi pey xwe hiştiye.

Birêveberê wê Enstîtûyê di gotineke kurt ligel ajansa nûçegihaniya Kurdpa, tevî piştrast kirina wê nûçeyê bilêv kir:“Em hewil didin bi gotûbêj ligel kesayetiyên Fransî, Ewropî û Kurd, pêşî ji daxistina Enstîtûya Zimanê Kurdî bigrin.”

Kendal Nezan îşare bi vê yekê jî kir ku di çend rojên pêşiya mede yê eşkere bibe ku Ew navenda çand û zimanê Kurdî yê dîsa dest bi xebatên xwe bike, yan jî di tîrmeha havînê dê yekcer bê daxist in.

\"26127.jpg\"
Kendal Nezan ev 30 sal in serpereştiya Enstîtûya Çanda û Zimanê Kurdî li Fransayê bi stû girtiye
Wî kesayetiyê bi navbang û naskirî li Kurdistan û Fransayê, li bersiva wê pirsa ajansa nûçegihaniya Kurdpa de ku gelo! daxistina Enistîtûya zimanê Kurdî dê çi bandorek nerênê hebe?... got: Bêguman girêdana wê navenda Çand û Zimanê Kurdî, xisareke mezin dê bo lêkolîner û hezkiryên çand, dîrok û siyaseta Kurdistanê bi pey xwe bîne. Herwisa tevahiya Ewropa jî dê ji rola wê Enstîtûya bi bandor a zimanê Kurdî, (di warê lêkolînên dewlemend ên çand û kultura Kurdî de) bê par bimîn e.
Her têkildarî vê pirsê Frîdirîk Tîso- Balyozê berê yê Fransî li Herêma Kurdistanê, li ser tora civakî ya Facbookê nivîsiye:“Daxistina Enstîtûya Kurdî bi sedema pirsgirêkên madî, dê xisareke mezin bo Kurdan bi dû xwe bîne.”

Herwisa hejmarek kesayetiyên Fransî, karnekirina wê navenda çand û zanstî ya zimanê Kurdî, bi dawî hatina dîroka bi mifah ya Kurdistanê bo Fransayê destnîşan kirin.

Enstîtûya zimanê Kurdî li Parîsê, ji sala 1983`an hatiye damezrandin û bi navendeke Sekuler û bi dûr ji siyasetê tê naskirin ku armanca wê parastina dîrok û mîrata çandî ya Kurdistanê ye. Herwiha wek saziyeke nasandina dîrok û çanda Kurdistanê bi lîkolîner û tarîxnasên Ewropayî û cîhanî tê hesiband in.

Ew Enstîtû 10 sal piştî avakirinê, ji aliyê dewelata wê demê ya Fransayê ve bi fermî hat naskirin.