Kêmtir xemiya şarewaniya Seqiz, hevwelatiyên wê tûşî girift kiriye

12:34 - 14 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Kêmtir xemiya endamên şoraya şar û şarewaniya Seqiz, kêşe û girift hevwelatiyên şarê Seqizê re çê kiriye.

Gorek raporta nûçegihaniya kurdpa, pitira xiyavan û kûçeyên giştî yên şarê Seqiz tûşî kêmtir xemiya şarewaniyê bûye û îsal çi xizmetguzariyek nehatiye bi cî anîn û hevwelatî tûşî pirsgirêka hat û çon bûne.

\"11081.jpg\"
Serçaveyek ji şarê Seqiz bi nûçegihaniya kurdpa ragihand : xiyavana 32 metrî a Ustad Şîrazî û cotsayda Bihiştî, tûşî erd roçon bûne û li sedem de avek zor penguriye û xêncî pêçona hevwelatiyan, ji alyê şarewaniyê çi bersivek nedan wan.

Serçaveyek ewa jî ron kir ku zor car hevwelatî tev maşîn bi hegera pengurandina ava ser xiyavanan tûşî girift dibin û çendîn saetan li naw avan de gîr dikin û dimînin.

Hevdem xirab bûna van xiyavanane bûye sedema çê bûna pirsgirêka trafîk li şarê Seqiz û hevwelatî pitira dema xwe naw trafîkê de dimînin.

\"11082.jpg\"
Demek pêş niha pira hewayiya şarê Seqizê bi armanca nûjen kirin hatibû xirab kirin ku paşî bi hegera berçav negirtina yasayen geometrîk, derb xwariye û pitira dîwarên wê qelişîne ku ev qewiniya ber nerazitî û lome û gazindên hevwelatiyan bi taybet şofêrên şar ketine.

Ji aliyek din û gorek lêkolînên hogir, derketiye ku paşmayê zibl û jêravê fazlav û qeno yên şaroçkê pîşêsazî a Seqiz, yekik ji mezintirîn metirsiyên pîs bûna serekanên ava vî şarîne û eva wek metirsiyek mezin ser rûniştiyên wê nawçê û bi taybet werzigar û cotyarên vê nawçê çav lê dikin ku heya niha çi aliyek xwe berpirsiyar nizane.