Kempêyna hiloşandina gav bi gava sêdaredanê li welatê Îranê hate ragihandin

12:01 - 28 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: ji aliyê 8 xebatkarên siyasî, nivîskar û piştgirê mafê mirovê Îran, kempêyna hiloşandina gav bi gava sêdarê hate ragihandin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, 8 kes ji xebatkarên siyasî û nivîskarên binav bangên hundrê welatê Îranê bi parvekirina belavokik, xebata kempêyniya hiloşandina gav bi gava sizaya bi sêdaredanê , bi navê ( Ligam)(hefsar) li welatê Îranê ragihandin.

\"17067.jpg\"
Sîmîn Behbehanî(nivîskar), Pervîn Fehîmî(xebatkarê mafê mirov), Babek Ehmedî(nûser), Mohemmed Melikî(xebatkarê siyasî), Mohemmed Nûrîzad(Produktor, Filmsaz), Ferîborz Reîs dana(xebatkarê siyasî), Elî Riza Cebbarî(nivîskar) û Ismaîl Moftî Zadê( xebatkarê mafê miriov), navê van 8 kesane ku ev kempêyna rêxistine.

Ji pişkik ji ragihandiya van xebatkaranede hatiye: bi dilniyetî li paşerojê de, em xelkê Îranê bi neşarî hindê diselimînin ku bi sêdaredana tawankaran ji holê rakin û rewşa perwerandinê çê bikin bi cê vê danin.

Ee kesatî û xebatkarên mafê mirov rû bi xelkê Îran, xwesta kêm kirin û nehiştina rewşên tundûtîjî li civaka Îranê de hebûn û daxwaza piştgirî û alîkariya xelkên vî welatî bo kempêyna hiloşandina gav bi gava sizaya sêdarê kirine.

\"17069.jpg\"
Birêbirên kempêyna hiloşandina gav bi gava sizaya sêdarê kirine, xwestine ew kesên ku dixwazin piştgiriya vê bangdanê bikin, peyamên xwe bi adrêsa elektroniya (karzar.lê[email protected]) bişînin an bi tora civakiya Face Book ê
hevaltiya van bikin.

Rêxirava lêborîna naw-netewî li belavokik de ku bo 100emîn roja bi kar ketina dewleta Hesen rohanî weşandiye, ragihandiye: li despêka desbikar bûna Hesen rohanî wirde 367 kes ji walatê Îranê bi sêdarê dane.

Her wisa gorekî statîstîkan, li 12ê gelawêjê heya 12ê Xezelwerê 225 hevwelatiyê Îranî, hukmê bi sêdaredana wan cîbicî kirine.

Ji gelempera wan bi sêdaredana de 12 kes ji û 27 kes jî welatiyên Kurd bûne.

Gorekî statîstîkên tûmar kiri li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, he niha 25 xebatkarên siyasiyê Kurd bi tawana alîkarî û endametî li partên Kurdî yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê de, sizaya bi sêdaredanê jêre birîne.