Kempêyna alîkarî bo Şingal û Kobanî li Kirmanşan, dest bi xebatê kir

13:26 - 21 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: kempêyna kom kirina alîkarî bi Şingal û Kobanî li parêzgeha Kirmanşan de bi rewşa fermî xebatên xwe despê kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Çarşem, 29ê Gelawêj, 20 August 2014, kempêyna kom kirina alîkarî bo xelkêŞingal û Kobanî, li Kirmanşan de wekirin û alîkarî bo lêqewimiyên Şingal û Kobanî kom dikin.

Ev kempêyn, li 9 ciyên nawa şar û li 9 dewerên parêzgeha Kirmanşan de dixebitin.

\"21613.jpg\"
Mizgevta Şafiî, Meydana Azadî, 4 rêyana Nûbihar, Meydana Moseddiq, zanîngeha Razî ji wan ciyanin ku welatî dikarin alîkariyên xwe, pêşkêşî xelkêŞingal û Kobanî bikin.

Ev kempêşyna li sedem bi dûçona komîsiyona mafê mirov yê sentera parêzer-advokatên dadgusteriya parêzgehên Kirmanşan ûÎlam de, derfeta xebat û desbikar bûnê vergirtiye.

Vê senterê, pêştir jî li belavokik de, xêncîşermezar kirina riftarên DIÊŞ li Êraq de û bi taybet li Herêma Kurdistan de, kuştina welatiyên Kurd bi destên çekdarên dewleta islamiya Êraq ûŞam(DIÊŞ), bi cinayeta dijî mirovantiyêşanî kiribû.

Kempêyna kom kirina alîkarî bo lêqewimiyên Şingal û Kobanî, çend jimare hisabên bankî, bi amanca, kom kirina alîkariya dirafinî, parvedike.

Berpirsê siyasî yê giştiyê parêzgeha Kirmanşan, bi rewşik nihênîû rû bi Hilal Ehmer( Heyva Sor)a Kirmanşan, derfet bi xebatkarên vê kempêynê daye ku gere ew sentera asayişê li rewşa xebatên xwe agadar bike.

Senterên hukûmîû bi taybet senterên milîtarîû asayişên Kirmanşan ûÎlam, bi hegera hatin pêya wan cur kempêynan, ku hevtêkilîû yek helwistiya welatiyên Kurd bi dû xwe bîne, nigeranin.