Kemal Burkay: Divê Kurd Yekîtîya Xwe Çêkin

17:14 - 7 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan  (HAK-PAR) Kemal Burkay destnîşan kir sekinandina şer û vekişîna şervanên Partîya Karkerên Kurdîstanê PKK ji Tirkîyê baş e.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, sîyasetvan Burkay got “ ev mesela bi rêya şer na, bi rê û rêbazên sîyasetê çareser dibe.” 

Burkay herwiha got “pirsa Kurdî ne tene sekinandina şer e. Divê were fêm kirin jiber ku heqê Kurdan nehat naskirin, ev pirsgirêk derket.”

Rêberê HAK-PAR’ê herwiha got ku “heta ku mafê Kurdan di qanûna bingehîn de neye bicîh kirin, ev mesele çareser nabe.”
Jêder: Voa Kurdî