Kela “Qeban” a Makûyê ber bi jinavçûnê diçe

14:14 - 10 Şibat 2012
Kurdpa: Kela Qebanê ku wek yek ji şûnwarên dîrokî ên Kurdan tê hesibandin bi sedema kêmtirxemiya nawendên têkildar li bereberê jinavçûnê de ye.

Li gorî nûçeya nûçegihaniya Kurdpa li Makûyê avakirina mizgewtekê li rex kela “Qeban”ê bûye sedema vê ku beşek ji dîwarên wê şûnwarên dîrokî bê hiloşandin.

Li gorî gotina şahidan tewaya wan emrazên ku ji bo avakirina mizgewtê bi kar tên, awêtne nav hewşa kela “Qeban”ê û ew yek bûye sedema vê ku ew kel, reng û rûyê cihek kavil û wêran bixwe ve bigre.

Kela “Qeban” li 2 kîlometriya bakûra bajarê Merîwanê di nav du çiyayan de cih girtiye.

Ew kel ya serdemê deshilatdariya Kuran li dema deshilatdariya Sefewiyan de ye.