Kela Mîr Davûd li Urmiyê de ber bi jinavçûna yekcarî ve diçe

15:20 - 26 Gulan 2012
Kurdpa: Kela dîrokî ya Mîr Davûd ku yek ji kelên herî dîrokî li Kurdistana Îranê li bexşa Soma biradostê de ye ber bi jinavçûnê ve diçe.

Li gorî nûçeya gihiştî bi Ajansa Kurdpa ew kela dîrokî ku nîşaneya mîrnişîniya Kurdên Biradost li derdora Urmiyê ye, bi sedema kêmtirxemiya berpirsyraên dewletî li ber tehlûkeya jinavçûnê ye.
\"4645.jpg\"
Niha tewaya dîwarên rexê rojava yên vê kela dîrokî herifîne û bi sedema nebûna dîwareke perjîn û bi sedema çûna ajelan bo nav hewşa vê kela dîrokî, û nebûna lêkolînek li ser vê cihê ji aiyê îdareya mîrata çandî ya Azerbaycana Rojava, û şûştina axa vê bi ava baranê ew li bereberê jinavçûnê ye.