Kela “Hizarderb”a îlamê ber bi li kawilbûnê diçe
15:56 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2012
Kurdpa: kela “Hizarderb”a Îlamê di metirsiya li navçonê de ye û Îdareya mîratên Çandî a parêzgeha Îlamê li hember wê meseleyê xemsarê.
Li gor nûçeyê Ajansa nûçegihaniya kurdpa, ev kel, li 5 salan berî niha ve bi sedema bandora keşûhewa ve ber bi kawilbûnê diçe lê îdareya mîratên ferhengiya wî parêzgehî seva nojenkirina wê kelê tu karekê nake.
Nûçegihanê kurdpa li gorî gotina karnasan radigehîne bûdceya Çandî û Şûnwarên dîrokî a Îlamê gelekî kême û bûdceya ku jê re tê terxan kirin jî, bi awayek guman liser tê xerickirin.
Wê çavkaniyê her wisa êmaje bi viya jî kiriye ku li sala 89’an Daryûş Qenberî, nûnerê berê ê Îlam û Şîrwan Çerdawl û Melekşayî û Îwanan, xerickirina wê bûdceyê dabû ber basê û rixne ji viya girtibû ku berpirsên mîratên Çandî a Îlamê li hemberî nojen kirina Şûnwarên dîrokiye wê parêzgehê, xemsarin.
Kela Hizarderb, hilketiye li rojhilatê Şaristana “Dereşehr” a Îlamê ku dîroka wê vedigere bo serdemê Sasaniyan ku niha bi egera bêxemiya berpirsên wê parêzgehê kawil dibe.