Kela dirokî a DimDim metirsiya linavçûnê li sere

13:43 - 20 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Kela dirokî a Dimdim a li herêma Urmîye li Rojhilatê Kurdistanê seba kolana ne yasayî ji aliyê kesên neberpirsyar egera linvçûnê li sere.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê, Kela Dimdim ku yek ji hêmayên berxwedana netewa Kurd di pêvajoya dirokê de tê hesibandin, seba kolana ne yasayî ji aliyê çend kesên ser bi Sipaha Pasdarên Rejîma Îranê li hale linaçûnê deye.

yek ji rûniştiyên gund Qasimlû bi nûçe gihanê Kurdpa,ê’ ragehand: pêş hatine serkar a rejîma Îslami a Îranê pişkek berçav ji diwarên Kelê wek xwe mabûn, lê paş hatine serkar a rejîma Îranê “Xulamriza Hesenî “ îmamê roja Înê yê Urmîyê seba linavbirina asewarên dirokî yên Kurdistanê birayara herifandina kela Dimdimê da.

Kela Dim Dim kû di serdemê deshilata Şa Ebbasê Sefevî û bi birayrara Xanê Lep Zêrîn hatiye çêkirin û li dirêjîya keşe û pirsgirêkên di navbera Emîrxanê Biradost û Şa Ebbas de bi hezaran Kurd bi destê hêzên Sefevîyan hatin kuştin.

Kela Dimdim li 15 kilomêtriya bajarê Ûrmîyê û li ser çîyayekê bi vî navî di gelîyê Qasimlû de hatiye çêkirin kû diroka çêkirina wê kelê jibo berî Îslamê vedigere.

\"10302.jpg\"
çîroka berxwedana Kela Dim Dim di nav helbestên helbestvan û sitranbêjan de reng daye û kesên wek Ehmedê Xanî û Ciger xwîn helbest li ser vê bûyera dirokî û berxedana Kurdan gotine.

heya niha du roman ji alîyê nivîskarên Kurd Erebê Şemo û Can Dost di derheq bûyera Dimdimê û berxwedana Xanê Lep Zêrîn hatine nivîsandin ku di hemû wan helbest û romanane de base ji bext reşî û kuştina Kurdan tê kirin.