Kedkarên kargeha berhemanîna “Geç”ê ya bajarê “Bîcarê” nerazîbûn nîşan dan

20:16 - 14 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Roja 24’ Şubata sala 1394’an a rojî, hejmarek ji kedkarên kargeha berhemanîna Geçê ya bajarê Bîcarê, seba nedana heqdest û mûçeyên xwe û herweha diyarnebûna pêşeroja karê wan, li hemberî fermandariya bajarê Bîcarê, meşek nerazîbûnê lidar xistin.

Her di vê derheqê de, kedkarekî nerazî ragehand ku, mixabin îdareya kar di cihê vê de ku piştevaniyê li texa herî hejar ya kedkaran bike, piştevaniyê ji peymankaran dike û, heyama 2 salan e, ku em bêkar in û ji pêşeroja karê xwe ditirsin û, serbarê nîşanana nerazîbûnên cur bi cur, hêj tu bersivek ji daxwazên me re nehatine dayîn.

Hêjayî basê ye ku heyama 2 salan e ku pereya “Bîme” ya kedkarên kargeha Geçê ya bajarê Bîcarê nehatiye dayîn û îdareya kar jî, nikare ku arîşeyên wan kedkaran çareser bike.

Eva di demekî de ye ku karbidestên hikûmetî ên Îranê her roj sozên bêtirbûna rewşa aboriya xelkê Îranê û bitaybetî texa kedkaran dide, lê weke xûya ye, rabûna dorpêçan jî nikare birîna xelkê hejar ên Îranê derman bike, jiber ku gendeliya aborî û îdarî dest bi ser hemû beşên Îranê de girtiye.