Kedkarên derxistî bi belge serpereştê Petrokîmiya Îlamê mehkûm kirin

18:34 - 27 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Midûrê Petrokîmî a Îlama Rojhelatê Kurdistanê, rexma mehkûmbûn ji aliyê îdareya kar ve, girêbesta ligel karkerên derxistî nû nake û meaşê wan ê pêştir nade.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, zêdeyî 100 kedkarên li ser kar derxistî ên Îlamî, bi belge û delîl mehkûm bûna serpereştê yekeya Petrokîmiya Îlamê ji aliyê îdareya Kar û duzgeriya bicihanîna wî bajarî we dan erê kirin.

Li wî hukmî de midûrê Petrokîmî a Îlamê, divê 50 milyonTomen mehane yên nedayî, bide kirêkarên derxistî û her wisa hewla wezîfedarkirina wan bide.

Dawiyia meha borî kedkarên ser kar derxisî ên Îlamî, di hember parlementoya hikûmeta Îranê xwenîşan dan lidarxistin, ji ber ku bi ne yasayî hatibûn derxistin.

\"23331.jpg\"
Roja borî kirêkarên derxistî ên petrokîmiya Îlamê, hukmên heyetên naskirin û çareser kirina nakokiyan a îdareya Kar û dozgeriya bicihanîna Îlamê, di nûçegihaniya” Îlna” de bilav kir daku bi awayekî neheqî û sitem derheq kedkaran de, bidin eşkere kirin.

Heyamek berya niha nûçegihanên fermî ji zarê karbidestekî agah di petrokîmî a Îlamê de ragihand: Xwenîşandana zêdeyî 40 kedkaran hember parlementoya Îranê bi sedema nedana meaşê wan nebû; belkû daxwaza wezîfedar kirinê dikirin lê mercên karmendiyê û zaniyariya kar di wan de ne mewcûd bû.

Di peywendî li gel wê pirsê; zimistana sala 2012’an zêdeyî 50 kedkarî, ser kar hatibûn derxistin.

Hukmê han di demekê de derdikeve ku serpereştê yekeya Petrokîmî a Îlamê, çendîn car gotibû:“Tu pirsgirêk navbera me û kedkaran de nîne û ev hukim gorî qazanca kirêkaran nîne.

Her wisa sala borî navenda çavdêriya giştî a welatê Îranê, ji gendeliya 50 milyar Tomenî a serpereştê giştî ê kompaniya Petrokîmî a Îlamê agahî dabû.
\"23329.jpg\"

\"23330.jpg\"