Kedkarên avbenda “Kanî Sêv” a bajarê Pîranşarê, girev girtin

16:09 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Kedkarên avbenda “Kanî Sêv” a bajarê Pîranşarê, di hember pereyên wan, nerazîbûnên xwe nîşan dan û dest avêtine bi girev girtinê.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Kedkarên avbenda “Kanî Sêv” a bajarê Pîranşarê, di heyama 3`ê mehên derbasbûyî de, pere vernegirtine û bi wê sebebê jî, nerazîbûnên xwe nîşandan û dest avêtine bi girevgirtinê.

Yek ji kedkarên avbenda Kanî Sêv, di wê derheqê de ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: “ Tevî derbasbûna 4 roj li ser girevgirtina kedkarên avbenda Kanî Sêv, heya niha berpisên wî avbendê, bersiva daxwazkariyên me nedane.

Li gorî gotina wî kedkarî, peymankarê avbenda Kanî Sêv a bajarê Pîranşarê, gefa derkirinê ji kedkarên ku girevgirtine xwariye.

Kedkarên girevgirtî ên avbenda Kanî Sêv a bajarê Pîranşarê ragihandine, heya ku daxwazên me cîbicî nekin, emê li girevgirtinê berdewam bin.