Kedkarekî xelkê bajarê Şinoyê li Hewlêrê dawî bi jiyana xwe anî

15:58 - 11 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Kedkarekî Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê, bi sedemekî nexuya, li Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê, dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 20`ê Befranbarê, kedkarekî Kurd ê bi navê “Necmedîn Ehmedpûr” kurê “Ebûbekir û temen 23 salî, xelkê gundê “Girdkaşan” a ser bi bajarê Şinoyê, li Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê, dawî bi jiyana xwe anî.

Ew kedkarî Kurd bi sedema bêkarî, rû li herêma Kurdistanê kiribû, û bo dabînkirina bijîwa jiyanê li yek ji şirketên bajarê Hewlêrê mijûlê karkirinê bû.

Heya niha termê wî kedkarî Kurd radestê malbata wî nekirine.