Kedkarekî xelkê bajarê Baneyê di encama berqgirtinê de canê xwe ji dest da

17:22 - 4 Adar 2020

Roja Sêşemî, 13`ê Reşemê, kedkarekî Kurd yê bi navê “Xalid Rehîmzade” yê temen 32 salî, bi sedema berqgirtinê di dema karkirdinê de canê xwe ji dest da.

Ew kedkarî Kurd, kedkarê “Almator bendî”yê bûye û di dema karkirinê de restê wê bûyerê hatiye.

 “Xalid Rehîmzade” xelkê gundê “Bilesen” a ser bi bajarê Baneyê û xwedan mal û bavê du zaroka ye.

Meha Xezelwera îsal, Saziya pizîşka yasayî a Îranê di raporekê de ragihand, hejmara kedkarên ku di Îranê de canê xwe ji dest dane, di 6 mehên destpêka îsal de 898 kes bûne ku pêka sala derbasbûyî sala (1397), 7.5 li sed bilindbûn li xwe ve dîtiye û herwisa di wê amarê de 140 kes bi sedema berqgirtinê canê xwe ji dest dane.