Kedkarekî li bajarê Cuwanroyê canê xwe jidest da

20:47 - 28 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Kedkarekî Kurd li bajarê Cuwanro yê bi sedema nebûna Darbestê li ser avahiyekî canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya gehiştî jansa Kurdpayê, Roja derbazbûyî berwarê 27’ê Şubata 2016’an, li taxa “Nexweşxane” ya bajarê Ciwanro ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê, kedkarek Kurd bi navê “Weledxan Mehdewî” ku mijûlî kedkariyê bona bijîwa jiyana xwe bû, di qata çarem ya avahiyê de ket xwer û canê xwe jidest da.

Ev kedkarê 48 salî bi sedema nebûna kereste û alawên hewce ên weke “Kemerend” û daketina di darbestê de, canê xwe jidest da.

Weke hatiye zanîn ku navbirî ji “Bîmeya Te’imînê Êctima’î” bê par bûye û xweiyê 2 zarokên ciwan e.

Şarezayên di vê derheqê de dibêjin ku, nebûna derwestî (Te’ehod) û guhnedan û zext û gîwaşên belênderan, sedemên serek ên bûyerên bi wî awayî ne.

Serhejmêriyên fermî bas ji vê yekê dikin ku salane 10 hizar kedkar bi sedema bûyerên kar û nesaxiyên têkilîdar bi kedkariyê ve canê xwe jidest didin.