Kedkarekî Kurdê rojhilata Kurdistanê dinava ava çemê Xabûr de canê xwe ji dest da

13:14 - 23 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Kedkarekî Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê seva kevtina nav ava çemê Xabûr de canê xwe ji dest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Şemiyê berwar 23’ê Hezîrana 2013’an Kedkarek Kurd yê Xelkê bajarê Urmiyê binavê Şehram Behmenî temen 25 salî û xelkê bajarê Urmiyê, seva kevtine nav ava çemê Xabûr canê xwe ji dest da.

Heta dema bilav kirina vê nûçeyê termê navbirî nehatiye peyda kirin.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka meha Adara îsal heya niha 3’ê Kedkarên Kurd yên xelkê Kurdistana Îranê li herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Amara han bi pişt girêdan bi amara ajansa kurdpa tê bilav kirin û dibe ku amara rastîn ji vê hindê pitir be.