Kedkarekî Kurd di dema kar de fetisî

21:02 - 27 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Kedkarekî Kurd yê xelkê bajarê “Sunqurr Kulîay” a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, di dema karkirinê de bo goriyê bûyera kar.

Roja Sêşemî 3`ê Rezberê (25`ê Îlonê) kedkarê navsal yê xelkê gundê “Derewizm” a ser bi bajarê “Sunqurr Kulîay” a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, di dema lêdana bîrê de, ji ber gaza di nav bîrê de difetise, û canê xwe ji dest dide.

Nûçegihaniya “Îlna”a girêdayî hikûmetê, nasnameya wî kedkarî Kurd “Menuçêhr”temen 54 sal û xelkê gundê “Derewizm” a ser bi bajarê ”Sunqurr Kulîay” ragehandiye.

Li gorî gotina vê çavkaniyê, di vê bûyerê de, yek ji fermanberên girûpa agir vemrandinê jî di dema rizgarkirina wî kedkarê Kurd de, ji ber gazê fetisiye û canê xwe ji dest daye.