Kedkarekî Kurd bi sedema bûyera kar canê xwe ji dest da

17:32 - 28 Çirriya paşîn 2021

Roja Şemî 6`ê Sermawezê, kedkarekî xelkê bajarê Serdeştê di dema paqijkirina palavtingeha av û averoya bajarê Mihabadê, bi sedema kevtin bo nav “lagun”ê canê xwe ji dest da.

Nasnameya wî kedkarê xelkê bajarê Serdeştê “Selah Xalidî” kurê “Se`îd”, xîzandar û bavê sê zarokan hatiye ragihandin.

Ew kedkarê Kurd, kedkarê beşa palavtingeha av û averoya bajarê Mihabadê bûye û li dema paqijkirina “lagun”ê rastî wê bûyerê hatiye. 

“Selah Xalidî” piştî wê bûyerê bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya “Xumeynî” ya bajarê Mihabadê hate veguhastin, lê bi sedema kuriya birînên wî, piştî çend demjimêran di wê nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çalakvanên kedkarî, nebûna ewlehiya ser kar, nebûna alavên standard, dijwariya kar û mandîbûna kedkaran ji sedemên bingehîn ên qurbanîbûna kedkaran di dema karkirinê de ne û bi sedema bîme nekirina wan kedkaran, malbatên wan rastî pirsgirêkên micid tên.