Kedkarekî bajarê Seqizê bi sedema kar li Kerecê canê xwe ji dest da

12:17 - 19 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Kedkarekî Kurd ê xelkê bajarê Seqizê, di dema karkirinê de li bajarê Heştgir a kerecê de, rastê bûyera kar hat û canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajasa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 28`ê Befranbarê, kedkarekî Kurd ê bi navê “Şehram Ehmedîpûr “ ê temen 29 salî, di bajarê Heştgir a Kerecê de, li dema coşkariyê li ser avahiyeke bilind dikeve û canê xwe ji dest dide.

Ew kedkarê Kurd, li ser avahiyeke bilind li bajarê Heştgirdê de di dema coşkariyê kevte xwarê û canê xwe ji dest da.

Ew kedkarê Kurd, xîzandare û rûniştiyê taxa Beharan a bajarê Seqizê bûye.