Kedkarek xelkê Kamyaranê bi sedema bûyera kar jiyana xwe ji dest da

14:45 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2012
Kûrdpa : kedkarek xelkê gundê “Gurgan” a girêdayî bajarê Kamyaranê, li dema karkirin bi xermankûbê canê xwe ji dest da.

Pêka nûçeyê Ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja pêncşembê rêkefta 14’ê pûşperê kesek bi navê Behmen Seferî temen 34 sal di demekê de ku li gundê Kelawe a girêdayî bajarê Riwanserê, mijûlî karkirin bi xermenkûbê bûye, ketiye ber wê amêra xebatê û di encam de canê xwe ji dest daye.

Can ji destdayîna kedkaran bi sedema bûyerên kar ve didomin û berîtir jî hin kedkarên din yên kurd bi navên Wahîd Abadiyan kedkarê armator lêxistina derbanan û xelkê taxa Baxî Şayêgan a bajarê Mihabdê – Mihemed Ehmedpûr temen 65 salî û xelkê Sine – Nebî Mîrî 65 salî û xelkê Sine – Zanyar Muradî kedkarê bînasaziyê li rêya sahiliya Sine – Fethulla Suhrabî temen 60 sal – Xalib Muradî – Selah Qasimî temen 35 sal û kedkarê pirojeya ‘’Meskenê Mêhr’’ – Ebdulla Turkeman xelkê gundê Mîlan a Makûyê û kedkar li xebatgehek xedîkirina ajelan – Elî Mihemedsalihqani’, xelkê Seqiz û kedkar li kangeyekî keviran bi egera bûyerên kar ve canê xwe ji dest dane.

Mijara saxlemî û ewlehiya karî a kedkaran bûye sedemek mezin bo can ji destdana wan û bi xasmanî di karê bînasaziyê da zaftirîn corên can ji destdana kedkaran diqewimin.