Kedkarek xelkê bajarê Seqizê li dama kar kirinê de hate kuştin

15:00 - 30 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Kedkarek Seqizî li dema kedkariyê de li taxa “Salihawa”ya bajarê Seqizê ji aliyê çend kesan bi zerba kêrê hate kûştin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Çen rojan beriya niha welatiyek kurd binavê “Elî Ebdulaî”temen 28 salî û xelkê bajarê Seqizê ku li taxa “Salihawa”ya bajarê Seqizê mijûlî karê lûle kêşanê bû,ji aliyê 3’ê kesan êrşî ser wî tê kirin û li endam de bi zerba kêrê tê kuştin.

Li gor gotina yek ji nêzîkên vê malbatê ,heya niha 2 kes ji kesên bikuj hatine girtin û kesê 3’ê ku rewiyaye hêj heya niha nehatiye girtin.

Civaknas li ser vê baweriyêne ku hebûn û zêdebûna tawanan li Îranê de, seva nebûna çareseriyên hevce û nebûna navendên taybetî roj bi rojê zêde dibin.