Kedkarek Merîwanê bi sedema berqgirtinê canê xwe ji dest da

12:17 - 10 Gulan 2021

Roja Yekşemî 19`ê Banemerê, kedkarek bi navê “Îslam Qadirî”, temen 40 sal û kurê Fetah û xelkê gundê “Kolêj” ê ser bi bajarê Merîwanê, di dema karkirinê de rastî bûyera kar hat.

Ew kedkare, li ser darbestê rastî berqgirtinê hat û bi sedema kevtin ji bilindahiyê ve canê xwe ji dest da.

Navbirî xîzandar û rûniştiyê bajarê Merîwanê ye.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî 16`ê Banemerê, kedkarek bi navê “Arman Derîwas”, li dema encamdana karê berqê di nav kargehekê de, bi sedema nebûna ewlehiya cihê kar, rastî bûyerê hat û ser û dest û hin ji hestiyên cesteyê wî ziyan ji ber kevt.