Kedkarek Kurd canê xwe ji dest da

16:36 - 29 Gulan 2012
kurdpa: Çend rojan berî niha kedkarekî li şeqama “28’ê Dêy” li bajarê Sinê de li encama bûyerekê de canê xwe ji dest da.

Malpera Komîteya Hewdengî bo pêkanîna damezrawên kedkarî bilav kir ku Mihemed Ehmedpûr, temen 65 sal li dema karkirinê de bi sedema ketina ji bilindahiya 7 metroyan ve canê xwe ji dest da.

Navbirî xwediyê şeş zarokan bû. Pêştir jî çend kedkarên Kurd bi navên Nebî Mîrî xelkê Sine, zanyar Moradî kedkarê bînasazî, li ser cadeya sahiliya Sinê, fethulla Sohrabî temen 60 sal, Xalib Zariî û Ebdulla Turkemen xelkê gundê Mîlana Makûyê, û Elî Mihemed Salih Qati’, xelkê Seqizê canê xwe di dema karkirinê de jidest dan.

Kedkarên Kurd li herêmên Kurdakincî wate Kurdistanê de, seba bêpariya ji mafê Bîme û xizmetguzariyê û Emniyeta Kar piştî bûyerê tu mafek bi wan nahê dan.