Kedkar di Kurdistanê de têne derkirin, yan rastî lêdanê tên

17:00 - 30 Îlon 2016
Ajansa Kurdpa: Dewlet û xwedîkar di Kurdistanê de, binpêkarên herî mezin ê mafê kedkaran in.

Li gora rapora gihîştî bi Ajansa Kurdpa, aliyê kêm 7 kedkarên xwedî kar di şîrketa Roya Pilastîk ya Kurdistanê de, li ser kar hatin derxistin.
Derxistina wan kedkaran ku hinek ji wan jin in, di rojên borî de li ser biryara rasterast ya xwediyê şîrketê bûye.

Ew şîrketa berhemanînê, di bajarokê pîşesazî ya hejmar 1 ya Sinê de ye, û di bin çavdêriya Wezareta Pîşesazî de ye.

Di dema havînê de jî, kedkarên şîrketa Rûya Pilastîk di lome û gazindeya bi rewşa jiyanê û ragirtina hiqûqê xwe dest bi meşên nerazîbûnê kirin.

\"جوانمیر
Cewanmîr Moradî
Ji aliyekî din ve sê rojan berî niha yek ji kedkarekî şîrketa bi navê “sazê paydarê qern”, di Kirmaşanê de, ji aliyê kesên nêzîkî xwedîkar ve kete ber lêdanê.

Nasnameya vî kedkarê Kirmaşanî Cewanmîr Moradî hatiye ragehandin.

Binpêkirina mafê kedkaran bi taybetî mafê aborî ê wan di Kurdistanê de, di demekê de ye, ku hemû hewlên wan di van salên dawiyê de, bona pêkanîna yekîtiyên serbixwe ên kedkarî bi hêceta “kiryarên li dijî ewlehiya neteweyî” bi tundî hatin serkutkirin, û çalakên kedkarî ji kar hatin dûrxistin.