Keçekî dawî bi jiyana xwe anî

21:23 - 8 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Di gundeke ser bi herêma Hîlşî a girêday Parêzgeha Kirmaşanê, keçekî ciwan bi sîlaha Nêçîrê xwe kuşt.

Li gor nûçeyên belavbûyî, roja Yekşemiyê 7’ê Sibata 2016’an, di gundekî ser bi herêma Hîlşî a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê dawî bi jiyana xwe anî.

Malperekî vê herêmê ji zarê xelkê vê herêmê belav kiriye, wê keçê tu pirsgirêkên hûndirî yan jî pirgirêkên malbatê tunebûne û heyanî vê demê jî sedema xwe kuştina wê hevwelatiyê nehatiye eşkerekirin.

Di heyama yek meha derbazbûyî de, li bajarê Bîcarê xortekî temen 27 sal û li bajarê Merîwanê jî jinekî hamile bi sedemên pirsgirêkên malbatî dawî bi jiyan xwe anîne.

Karnas û derûnnasên warê civakî, pirgirêkên derûnî, rewşa nabaş a aborî, çand û civakî, girîngitrîn sedemên xwe kuştin di nav ciwanan de didine zanîn.

Li gor amarên Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, di destpêka sala 2015’an heyanî niha, 124 mînakên xwekujî û hewlên xwexwekujiyê çêbûne ku li gor wê raporê 69 kes ji wan jin bûne.