Keçeke Xwendekare yê Îlamê di bajarê Tehranê de hate binçavkirin

12:46 - 21 Çirriya pêşîn 2020

Çend roj beriya niha hêzên ewlehî keçeke xwendekar a Kurd ya bi navê  “Sumeye Karger” a xelkê Îlamê û rûniştiyê bajarê Tehranê binçav kirin û bo cihek nediyar veguhastin.

Hêzên ewlehî piştî êrîşkirin bo ser mala wê keça xwendekar, dest bi vekolîna mala wê kirine û hindek tiştên wê yên şexsî digel xwe birine.

Piştî lipeyketina malbata wê keça xwendekar bo agehdarbûn ji çarenivîsa keça xwe, dadseraya girtîgeha Êvînê bi malbata wê re ragehandiye, ku keça wan bi tohmeta “cezaya înternêtî” hatiye binçavkirin.

 “Sumeye Karger” nesaxiya çav heye û di dema bincavkirinê de li hemû dermanekê hatiye bêparkirin û eva jî bûye sebema nigeraniya malbata wê.

Nûçegihaniya “Hêrana” di vê derheqê de gotiye, ku “Sumeye Karger” derçûyê beşa Felsefê di Zanîngeha Tewrêzê de bûye û heta niha li sedema binçavkirin û cihê ragirtina wê û heta navenda biçavkirina wê keça xwendekar ti zaniyaryek ji ber dest nîne.