Keçeke temen 18 sal di bajarê Merîwanê de dawî bi jiyana xwe anî

Roja Yekşemî 12`ê Gelawêjê, keçeke ciwan ya bi navê “Dunya Newzerî” temen 18 sal û keça “Tahir” û xelka bajarê Merîwanê dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew keça ciwan bi sedema ku bavê wê tûşbûyî bi madeyên hişber bûye, û xwestiye bi zorî keça xwe bide mêr, û di dawiyê de dawî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Dunya bi sedema xwardina “hebên birinc” dawî bi jiyana xwe aniye”.