Keçeka Xwendekara Kurd li Kirmanşanê Piştî serbest berdanê xwe kuşt

21:35 - 14 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Keçeka Xwendekara Kurda a xelkê bajarê ‘Şahabad’a parêzgeha Kirmaşanê,piştî serbest berdan ji hepsa Îdareya Îttlata Komara Îslamiya Îranê,dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,ê,Keçeka Xwendekar bi navê ‘Hetane Ferhadî’ xelkê bajarê ‘Şahabad’a Kirmaşanê dawî bi jiyana xwe anî.

Îdareya Îttlat gef û hereşe ji malbata vê keçê kirine ku nabe nûçeya mirina vê di medyayan de bihê bilav kirin.

kesek haydar ji boyerê bi nûçegihanê kurdpa,ê ragehand: Keça han heyamek beriya niha ji aliyê hêzên Îttlatî bi sedemek nediyar hat girtin û piştî heyamekê hat azad kirin.

Henane Ferhadî Xwendekarê Master a zanistên Siyasî bû ku çend rojan beriya niha bi çeka Tapir (Cift) dawî bi jiyana xwe anî.