Keçeka Kurd Li bajarê Şinoyê dawî bi jiyana xwe anî

15:50 - 13 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Keçek Kurd a 16 salî li bajarê Şinoyê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Êwariya roja Înê berwar 13’ê Nîsana 2013’an Keçeka Kurd binavê “K.M”keça Elî û xelkê taxa “Selîmava”ya bajarê Şinoyê dinava mala xwe de xwe darve kir û dawî bi jiyana xwe anî.

Çavkaniyek haydar li bajarê Şinoyê bi ajansa kurdpa ragehand ku sedema xwe kuştina vê keçê,pirsgirêkên malbatî bûne.

Li gor amara tomar kirî di nawenda amara ajansa kurdpa,li destpêka meha Adara îsal heya niha 6’jinên Kurd li Kurdistana Îranê de dest bi xwe kuştinê birine ku ji wan 5 jinan canê xwe ji dest dane.

amara han bi pişt girêdan bi amara nawenda ajansa kurdpa tê bilav kirin,lê dibe ku amara rastîn ji vê hindê pitir be.