Keçeka Kurd li Bajarê Sinê Canê xwe ji dest da

16:51 - 20 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Keçeka Kurd ya 17 salî û xelkê herêma Javero a ser bi bajarê Sinê seva teqîna çiraya neftê canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa, roja pêncşem berwar 18’ê nîsana 2013’an Keçeka Kurd binavê “Şeyda Minberî” Keça Eynedîn û xelkê gundê “Niyer”, seva teqîna çiraya neftî cane xwe ji dest da.

çavkaniyek nêz ji malbata vî bi ajansa Kurdpa ragheand: Şeyda roja Şemiya bihurî seva teqîna çiraya neftî tuşî şewatê bibû û jibo çareseriya birînên vê jibo nexweşxaneya Tewhîd li bajarê Sinê hatibû şandin, lê seva kûrbûna birînan cane xwe ji dest da.